Li Semsûrê 5 kes ji ber gaza sobeyê bi jehrî ketin

27-03-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûr a Bakurê Kurdistanê 5 kesên ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derket bi jehrî ketin li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Li gor agahiyên bedrest, Rukiye, Mehmet Alî, Mustafa, Perîhan û Ayşegul Kocamana li Taxa Yenî Besniyê dijîn, ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derket bi jehrî ketin.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmake tendirustiyê, çû malê û tesbît kir ku endamên malbatê jehrî ketine.

Tîma tendirustiyê kesên jehrî ketine rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Besniyê û li wê derê ji bo wan çareserî tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst