Di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dîwar tê avakirin

27-03-2022
RÛDAW
Di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dîwar tê avakirin
Di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dîwar tê avakirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê Sînor Avakirina Dîwar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Iraqê li ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê yê li deverên di bin destê Hikûmeta Iraqê de ye, dîwarekî beton ava dike. Zêrevanên sînorî dibêjin, ku armanca wan ew e rê li ber derbasbûna çekdar û qaçaxçiyan bigirin.

Fermandarê Lîwaya 18 ya pasewanên sînor yê Iraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ji sala 2021ê ve plana parastin û bihêzkirina sînoran destpê kiriye û piştî serdana Serokweazîrê Iraqê wan li ser sînor dest bi danîna dîwarên beton kiriye.

Berî wê jî li ser xendeqên bi kûrahiya 3 metre û firehiya 3 metreyan hatibûn kolandin û piştre dest bi danîna têlbendan kirine û kamêrayên çavdêriyê li ser sînor danîne.

Herwiha hat ragihandin dîwarê ku li ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê yê di bin destê Hikûmeta Iraqê ye de bê avakirin, dê 250 kîlometre dirêj, 3 metre û 75 cm bilind be.

Peyamnêrê Rûdawê Yûsif Rabih diyar kir ku ji sedî 75ê avakirina dîwarê li ser sînor temam bûyê û dê di du mehên pêş de dê dîwar bi temamî bê qedandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst