NY di bilindtirîn ast de daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Berdevkê NYê rêkeftina Şingalê wek pêngaveke girîng a ber bi arasteyeke rast ve binav dike û daxwaz dike rêkeftin bi temamî were cîbicîkirin.

Cîgirê Berdevkê Netewên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq ji Rûdawê re ragihand, “Rêkeftina Şingalê ku di Cotmeha derbasbûyî hat encamdan, erênî ye û pêngava yekem e. Pêngaveke girîng e ber bi arasteyeke rast ve. Pêwîst e ew rêkeftin wek ew ên din bi temamî bê cîbicîkirin. Em hana giftugoyê didin di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser aliyên îdarî, xizmetguzarî û emnî li navçeya Şingalê.”

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê diyar jî kir, “Netewên Yekbûyî amade ye bo piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di her mijareke ku bo cîbicîkirina rêkeftinê pêwîstiya wan pê heye.”

Ferhan Heq dibêje, “Sekreterê Giştî çavdêriya rewşa Şingalê dike û careke din piştgiriya NYê dûpat kiriye bo Hikûmeta Iraqê û bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku dawî li nexweşiyên xelkê Şingalê bînin.”

Ev helwesta navdewletî tenê bo Şingalê ye û ne derbarê Kerkûk û deverên din ên nakok de ye. Li ser asta navdewletî tenê derbarê Şingalê de ev komdengî heye ku rewşê pêwîstî bi asayîkirinê heye û ev jî zêdetir ji ber 3 sedeman e;

Yekem; Rizgarkirina Şingal û xelkê wê yek ji wan hincetên sereke yên wan proje biryaran bû ku bûne hincetên destdirêjiya serbazî û xerckirina bi milyar dolaran alîkariya navdewletî bo biserxistina operasyona Mûsilê ku dibû li krîzên din ên mirovî hatiba xerckirin.

Duyem; Ew rastî ye ku ev rewşa niha ya Şingalê û hebûna PKKê û milîsan tê de, hinceteke siyasî ya bihêz daye Tirkiyê bo destpêkirina operasyoneke serbazî li wê navçeyê.

Sêyem; Girîngîpêdana civaka navdewletî bi rewşa Şingalê, hevsoziya raya giştî ya Amerîka, Ewropa û hetta Rûsyayê jî bo rewşa Kurdên Êzidî taybet jinên qurbaniyên DAIŞê ku hê jî beşek ji wan li kampan koçber in û alîkariya pêwîst wernagirin.

Cîgira Sekreterê Giştî yê NYê Emîne Mihemed, ji Rûdawê re ragihand, “Pêwîst e em karekî zêdetir bikin, pêwîst e wek sîstema NYê em zêdetir alîkariyê bidin her herêmeke xwe ku tîmên me tê de ne bo hevkariya hikûmet û aliyên peywendîdar. Em dê berdewam bin li ser bikaranîna deng li gel welatên endam li NY bo ku girîngiya zêdetir bi rewşa wan jinan bidin ku rojane di vê rewşê de dijîn. Ev ew nîne ku em bêjin, `heta 6 mehên din em dê alîkariyê bidin`. Pêwîst  e niha em alîkariyê bidin.”

Ev bersiva duyem bilindtirîn berpirsê NY bo Rûdaw, piştî daxwaza hejmarek ji endamên Encûmena Asayişa Navdewletî hat, ji bo bilezkirina karên wê tîma navdewletî ku niha li Iraq û Başûrê Kurdistanê lêkolînê li tawanên DAIŞê dike û belgeyan kom dike ku dibe yekem pêngav be bo naskirina komkujiya Kurdên Êzidî wek cînosayd.

Bi amadebûna nûnerê Netewên Yekbûyî roja 09/10/2020, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta vegerandina asayiş, seqamgirî û asayîkirina rewşa navçeya Şingalê û vegerandina koçberan bo ser cih û warên wan, rêkeftinek pêk anîn.

Li gor rêkeftinê, divê hemû hêzên çekdar ên li Şingalê derkevin derveyî bajar û îdareyeke hevbeş dê damezrandin û ewlekariya wê navçeyê radestî polîsê federal bê kirin.