Alî Babacan: Kadrî Yildirim ji bo zindîkirina Kurdî kedeke bêhempa da

27-03-2021
Nîşan Prof. Dr. Kadrî Yildirim Alî Babacan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan bi boneya koça dawî ya Prof. Dr. Mamoste Kadrî Yildirim peyamek belav kir û têde ragihand ku “Kadrî Yildirim ji bo zindîkirina Kurdî ku yek ji wan zimanên kevnar ên van axan e, kedeke bêhempa da.”

Îro Şemiyê 27ê Adara 2021ê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan Prof. Dr. Mamoste Kadrî Yildirim di peyamelê de sersaxî ji ji malbat û xwendekarên wî re xwest.

Alî Babacan di peyama xwe de got: “Prof. Dr. Kadrî Yildirim pêşengiya damezrandina 'Enstîtuya Zimanên Zindî' li Zanîngeha Mardin Artukluyê kir û ji bo zindîkirina Kurdî ku yek ji wan zimanên kevnar ên van axan e, kedeke bêhempa da. Xwedê rehma xwe lê bike û ez sersaxiyê ji malbat û xwendekarên wî re dixwazim.”

Zimanzan û nivîskarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji ber ku xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî, li Ameda Bakurê Kurdistanê rakiribûn nexweşxaneyê û di bin çavdêriya hûr de bû, doh li nexweşxaneyê koça dawî kir.

Ew îro bi merasîmeke girseyî li goristana Yenikoy ya Amedê bi axê hate spartin.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim kî ye?

Prof. Dr. Kadrî Yildirim di 5ê Sibata 1959ande li navçeya Licê yê Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim li Zanîngeha Harranê ya Rihayê Fakulteya Îlahyatê qedandiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê mamosteyî kiriye.

Herwiha di zaningeha Artukluyê de cîgirtiya rektor û koordinatoriya Beşa Ziman û Çanda Kurdî kiriye.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim li Zaningeha Dîcleyê di di sala 2010an de bûye profesor û li ser ziman, edebiyat, çandê 14 pirtûk nivîsandiye.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim jibilî Kurdî bi zimanên Erebî, Tirkî, Farsî û Îngilizî jî dizanî.

Herwiha Prof. Dr. Kadrî Yildirim di xula 26emîn de bûbû parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst