Berevan Hemdî: Ji gora bi kom a gundê Koço rufatên 30 kesan hatin derxistin

Koço (Rûdaw) – Proseya rakirina gorên bi kom ên gundê Koço rawestiya. Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê diyar kir: “Piştî nirxandinên rufatên gora yekem, em dê dest bi rakirina gorên din bikin.”

 

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê Berevan Hemdî ji Rûdawê re ragihand: “Ji yekem gora bi kom a li gundê Koço, rufatên nêzîkî 30 kesan hatine derxistin û bo Tiba Dadî ya Bexdayê hatin şandin. Ew rufat li gel encamên pişkinîna xwînên 2 hezar û 601 kesan ku Desteya Lêkolîn û Komkirina Belegeyan a Duhokê dane Tiba Dadî ya Bexdayê, dê werin berawirdkirin. Piştî nirxandinên gora yekem, em dê dest bi rakirina gorên din jî bikin.”

 

Berevan Hemdî diyar kir: “Rakirina  gorên bi kom ên Koço, ji ber Newrozê û li ser daxwazên Herêma Kurdistanê û Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan rawestiya. Me tîmeke niştimanî ji hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê û rêxistina UNITAD a ser bi Neteweyên Yekbûyî li ser qurbaniyên şerê DAIŞê pêk aniye.”

 

Rojên 15 – 19ê Adara 2019an bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê û rêxistina UNITADê, yekem gora bi kom a Kurdên Êzidî li gundê Koço hat rakirin û rufatên wan hatin derxistin û bo Tiba Dadî ya Bexdayê hatin şandin.

 

Koço yek ji wan gundên navçeya Şingalê ye û 23 kîlometre li başûrê rojavayê wê navçeyê ye. Di 3ê Tabaxa 2014an de dema DAIŞê êrişî Başûrê Kurdistanê kir, kete nav gundê Koço û çekdarên DAIŞê li wî gundî komkujî kir.