Li Merîwanê 4 xortên Kurd hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlekariyên yên Îranê li navçeya Merîwan a ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve 4 xortên Kurd desteser kirin. Herwiha li navçeya Şino ya parêzgeha Urmiyê jî 2 welatiyên Kurd bangî navenda Îtilaatê hatin kirin.

 

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên, hêzên ewlekariyê yên Îranê, di çend rojên derbasbûyî de 30 xortên Kurd ên nîştecihê gundê Serdoş ê Merîwanê bangî navenda îtilaata Merîwanê kirine û lêkolîn bi wan re kirine.

 

Hêzên ewlekariyê yên Îranê herwiha di du operasyonên cuda de bi ser gundê Serdoş de girtine û 4 xortên Kurd ên xelkê wî gundî desteser kirine.

 

Li gor zanyariyan, hêzên Îranê roja duşemiyê du welatiyên bi navê Erselan Nîkxa ê 24 salî û Areş Nozerî ê 23 salî desteser kirin. Herwiha roja bihorî sêşemiyê jî, hêzên ewlekariyê yên Îranê, 2 kesên din bi navê Adil Nîkxa û Karzan Serdoşî ên temen 23 salî desteser kirin.

 

Çavkaniyên xwecihî didin xuyakirin ku biserdegirtina gundê Serdoş û desteserkirina xortên wî gundî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve, ji ber birêvebirina merasimên taybet ên ji bo cejna Newrozê li herdu gundên Serdoş û Nê û beşdariya wan kesan di rêkxistina merasiman de bûye.

 

Du ji kesên desteserkirî, Erselan Nîkxa û Areş Nozerî, endamên Encûmena Kesk a Çiya ne ku rêxistineke jîngehparêz û NGO ye.


Herwiha li navçeya Şino ya parêzgeha Urmiyê jî, 2 welatiyên Kurd bangî navenda Îtilaatê hatin kirin. Nasnameya wan herdu welatiyan, wek Mewlûd Fethullahî û Silêman Dastar hatiye ragihandin.

 

Ew herdu welatî xelkê gundê Hesen Nûran ê Şinoyê ne û li gor agahiyan, bangkirina wan ji aliyê Îtilaatê ve ji ber rêkxistin merasima taybet a Newrozê li wî gundî bûye.

 

Roja şemiyê jî 4 welatiyên din ên xelkê gundê Aliyawe, yên bi navê Heyder Şêx Mehmûdî, Mihemed Esedî, Hamîd Reşîdpak û Hemze Mam Qadirî bi heman sedemê bangî navenda Îtilaata Şinoyê hatibûn kirin û lêpirsîn bi wan re hatibû kirin.

 

Roja Çarşemiya bihorî, hêzên Supaya Pasdaran êrîş birin ser merasima taybet a cejna Newrozê li gundê Hesen Nûran ê Şinoyê û di navbera xelkê gund û beşdarbûyên merasimê ligel hêzên Supaya Pasdaran de alozî derket.