Li Gulale du muxtar ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Şeva borî çekdarên DAIŞê li sînorê bajarokê Gulale (Celewla) bi ser du gundan de girtin û muxtarên herdu gundan kuştin.
Derbarê bûyerê de Rêveberê Asayîşa nehya Kuleco yê ser bi qezaya Kifrî Komîser Simko Elî zanyarî dan Rûdawê û got: “Saet 12:00 ê şeva borî çekdarên DAIŞê bi ser mala muxtarê gundê Um Hitne Îbrahîm Elî Xeydan de girtine û muxtar û kurekî wî bi navê Husên hatine kuştin.”
Simko Elî behsa wê yekê jî kirk u keçeke 13 salî ya muxtar jî ketiye ber guleyên çekdarên DAIŞê û birîndar bûye û yekser bo nexweşxaneya giştî hatiye veguhestin.
Hevdem Qeymeqamê Xaneqîn Mihemed Mele Hesen ji Rûdawê re da zanîn ku şeva borî çekdarên DAIŞê bi ser gundê Şêx Bawe de girtine û muxtarê gund kuştine.
Ligel ku Qeymeqamê Xaneqîn êrîşa ser gundê Um Hitne piştrast kir, lê got ku tenê muxtar hatiye kuştin û axaftina xwe wiha qedand: “Kurê wî nehatiye kuştin lê hatiye revandin û keça wî jî birîndar bûye.”