Fuad Hisên li Amerîkayê bi kildaniyan civiya

27-03-2017
RÛDAW
Serokê Dîwnaa Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên
Serokê Dîwnaa Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên
Nîşan Kurdistan Fuad Hisên Amerîka Kildan
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Li bajarê Detroit ê ser bi eyaleta Michigan a Amerîkayê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên bi revenda (diyaspora) Kildanên Iraqê û Herêma Kurdistanê û herwiha Konsulê Iraqê yê li Michiganê û Qeşeyê Kildanên Amerîkayê yên li Michiganê, qeşe Fransîs Kalabat re civiya û soz da wan, ku eger vegerin ser cih û warên xwe, Herêma Kurdistanê dê ewlehî û aramiyê ji wan re dabîn bike.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Hisên, çû serdana pêkhateyên ciyawaz ên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên ku li Amerîkayê niştecih in.

 

Fuad Hisên li bajarê Detroit a eyaleta Michiganê di civîneke li gel revenda Kildanên Iraqê û Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê de ragihand, ku ew dixwazin Kurdistaneke pir-reng, pir-netewe û pir-ol pêk bînin.

 

Herwiha Hisên diyar kir: “Baweriya me wisa ye; Kurdistan malê mesîhî, kurd, tirkmen û ereban ên ku li wir dijîn e.  Malê hemû kesên ku li Kurdistanê dijîn e.”

 

Serokê Saziya Revenda Kildanî Martin Manna ji Rûdawê re ragihand: “Siberoja me ya li wê herêmê. Pirsa Destûra Kurdistanê û çawabûna muameleya li gelol û pêkhateyan, gelo bi awayekî wekheviyê lê dinêrin? Emê van mijaran bi Dr. Fuad re biaxivin.”

 

Kesayetên olî yên kildanî, rola wan li ser endamên gelê wan heye. Qeşeyê Dêra Kildanî ya li Amerîkayê, ji bo dirustkirina siberojeke aram, civînên bi vî rengî giring dibîne.

 

Qeşeyê Dêra Kildanî Frasîs Kabalat ji Rûdawê re ragihand: “Şêwrên bi vî rengî, nîşaneya  derxistina niyazpakiyê ye û ji bo siberoja damezrandina civakeke demokratîk giring e û herwiha hemû cûreyên tundrewiyê têk dibe.”

 

Herwiha Fuad Hisên ji Rûdawê re destnîşan kir: “Ev revendeke gelek giring e. Ji ber vê yekê pir mezin e. Karîgeriyên wan jî gelek in û pêwendiyên wan bi kongre û hikûmeta Amerîkayê re hene. Herwiha karîgeriyên wan li welat jî hene. Bi taybetî li ser mesîhiyan.”

 

Piştî Rojhilata Navîn, li cîhanê revenda mezintirîn a kildaniyan li bajarê Detroit ê ser bi eyaleta Michigan a Amerîkayê ye, hejmara kildaniyên vî bajarî digihîje 150 hezar kesan.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst