Îro cejna Vejînê ye – Mesîhiyên Başûr mîna berê wê cejnê pîroz nakin

27-03-2016
RÛDAW
Xaç
Xaç
A+ A-

Dihok (Rûdaw) – Îro cejna “Vejînê” ya mesîhiyan e. Li Başûrê Kurdistanê, ji ber şerê DAIŞê, ev cejn mîna berê bi germî nayê pîrozkirin.

Li gorî salnameya rojavayî, îro cejna Vejînê (qiyame – rabûn) ya mesîhiyan e.

Peyamnêrê Rûdawê li Dihokê, Eyûb Nisrî derheqê pîrozakirina cejna Vejînê de got, ew mesîhiyên deşta Mûsilê yên ku ji ber şerê DAIŞê koçberî Dihok û deverên din ên Başûrê Kurdistanê bûne, di nav  kampan de cejna xwe pîroz dikin lê tenê merasimên olî bicîh tînin…

Eyûb Nisrî da zanîn ku mîna berê cejna Vejînê nayê pîrozkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber cejna Vejînê, îrok wek bêhnvedana fermî ji bo welatiyên mesîhî ragihand.

Di baweriya mesîhiyetê de, Hz. Îsa dema li çarmixê tê xistin, roja paşîn dîsa zindî dibe û diçe ba Xwedê. Ji ber wê jî navê wê rojê wek roja Vejînê tê bibîranîn û pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst