Gundê Xirab Eto ket destê DAÎŞê


Kobanî (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn ser gundê Xirab Eto li rojavayê bajarê Kobanî.

Çavkaniyekê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku gundê Xirab Eto ketiye bin destê çekdarên DAÎŞê.

Gundê Xirab Eto ku nişteciyên wê Kurd û Ereb in, di çend rojên borî de rastî êrîşên çekdaêrn DAÎŞê hatibû û di encam de şer û pevçûn di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAÎŞê de derketibûn.

Her derbarê rewşa herêma Kobanî û êrîşên DAÎŞê de, serokê hikûmeta kantona Kobanî Enwer Mislim di nameyekê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa kir ku alîkariyên yekser bigihînin Kobanî û di rêyên dîplomasî û siyasî re kar ji bo rawestandina êrîşên DAÎŞê bikin.

Di nameya xwe de Mislim got “Divê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa vekirina deriyên sînorî bi Tirkiyê re ji bo gihandina alîkariyên mirovahî gerantî bikin”.

Kantona Kobanî di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê PYDê û 2 partiyên din ên Kurd ve hat ragihandin.

Derbarê şer û pevçûnên li derdora Kobanî de, peyamnêrê Rûdawê diyar ragihand ku îro tundiya şer sist bûye û tenê pevçûnên sivik li hinek deveran mîna gundê Aşmê li başûrê Kobanî encam dane.