Sefîn Dîzeyî krîza dil derbas kir

Hêvîdar Ehmed


Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî di dema vegera ji Tirkiyê û gihiştina Herêma Kurdistanê krîza dil derbas kir. Çavkaniyekê di vê derbarê de ji Rûdawê re wiha got: "Niha rewşa tendirûstiya wî baş e."

Duh danê êvarî berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî ku ligel şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê kiribû, di dema vegerê de krîza dil derbas kir û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Çavkaniyekî agehdar di vê derbarê de ji Rûdawê re wiha got: "Sefîn Dîzeyî krîza dil derbas kir, li nexweşxaneya Navenda Dil a li Hewlêrê hat emeliyatkirin û niha rewşa tendirûstiya wî başe."

Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê,  wezîrê plandanînê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Elî Sindî çavdêriya emeliyatkirina Sefîn Dîzeyî kiriye.

Wê çavkaniyê ji Rûdawê re diyar kir ku dema Sefîn Dîzeyî vegeriya Herêma Kurdistanê, li firokexaneyê rewşa wî nebaş bû û dema gihişt rastî wê pirsgirêkê hat.