Ozgur Ozel li ser banga Ocalan daxuyanî da

27-02-2025
RÛDAW
Nîşan Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Heyeta DEM Partiyê Şerê PKK û Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel helwesta partiya xwe ya derbarê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan diyar kir.

Ozgur Ozel got, "Em hêvî dikin ku pêwîstiyên vê bangê ji aliyê mixatabên wê ve bên bicihanîn û em hêvî dikin ku terora ku bûye sedema mirina bi dehhezaran kesan û zirarên giran ên aborî û civakî afirandiye bi temamî bidawî bibe."

Ozgur Ozel daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de got:

“Wek Partiya Gel a Komarî, em helwesta xwe ya dîrokî ya li ser çareserkirina hemû pirsgirêkên welatê xwe bi rêyên demokratîk didomînin.

Bi heman awayî, em her dem li dijî hemû cureyên teror û tundiyê bûn û dê li dijî wan bimînin.

Em helwesta xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di bin banê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de, bi beşdariya hemû beşên civakê û bi şefafî diparêzin.

Em hay ji berpirsyariya xwe ya ji bo çareseriyê ne ku dê raya hemû civakê, malbatên şehîdan, gaziyên me û hemû mexdûran li pêş bigire ji bo demokrasî, dewleta hiqûqê û aştiya civakî.

Em dê ji niha û pêve jî alîkariyên xwe, wekî ku me heta niha kiriye, nedin paş.

“Em her tim bi aştiyê re ne”

Bangkirina rêxistina terorê ya ji bo danîna çekan û xweberhevkirinê girîng e.

Em hêvî dikin ku daxwazên vê bangê ji aliyê berpirsên wê ve bên cih û terora ku bûye sedema mirina bi deh hezaran kesan û zerên giran ên aborî û civakî daye, bi yekcarî bi dawî bibe.

Bê guman pirsgirêk bi hêviyan çareser nabin lê bi avakirina baweriyê û bi kiryaran çareser dibin.

Çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê tenê bi dabînkirina aştiya navxweyî pêkan e.

Aştiya navxweyî jî ne di sîstemeke otorîter de lê di pergala demokratîk de, bi rêzgirtina ji bo prensîbên dewleta hiqûqê, dadperwerî û wekheviyê pêk tê.

Çiqas ku ji bo demokratîkbûnê guhertinên qanûnî pêwîst bin, ewqas jî dev ji nêzîkatiyên derveyî hiqûqê di bicihkirina qanûnên heyî de û dawîlêanîna binpêkirina destûrê pêwîst e.

Partiya Gel a Komarî dê destûrê nede ti kes, meqam, cih û aktorekî ku daxwazên aştî û demokrasiyê yên civakê di çarçoveya armancên xwe yên siyasî de îstîsmar bike.

Li gorî prensîba Aştî li welêt, aştî li cîhanê’ ya damezrînerê komara me û partiya me Gazî Mustefa Kemal Ataturk, em her tim li kêleka hewlên aştî û demokrasiyê û li dijî şer, teror, pevçûn û otokrasiyê ne.”

Heyeta Îmraliyê îro bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re civiya. Abdullah Ocalan xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst