Kê li ser banga Ocalan çi got?

27-02-2025
RÛDAW
Nîşan PKK Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Heyeta DEM Partiyê Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Banga danîna çekan a Rêberê PKKyê Abullah Ocalan bû rojeva serekî ya partiyên siyasî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.

Abdullah Ocalan xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Serok û serkirdeyên partiyên siyasî yên Tirkiyeyê helwesta xwe li hemberî banga Ocalan eşkere kirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, di nirxandina xwe ya li ser peyama Serokê PKKyê Abdullah Ocalan de got, "Çek û hebûna PKKyê astengiyeke mezin bû li pêşiya çareseriya pirsa Kurd.

Eger ev astengî rabe, bi îznê Xwedê dê herî zêde Kurd jê sûdê wergirin."

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bersiva pirsa edîtorê Rûdaw TVyê Kosar Osman da û got:

"Daxuyanî wekî ku dihat hêvîkirin bû. Dudilî ev bû; gelo dê ragihandina fesixkirina PKKyê bike yan dê bangî PKKyê bike ku xwe fesix bike.

Wî ya duyem kir. Ev jî tê wê maneyê ku pêvajoya fesixkirinê dê hinekî dirêjtir bibe. Dîsa jî bangeke wisa kiribe tiştekî girîng bû. Ez hêvî dikim ku PKK dê guh bide vê bangê.

Çek û hebûna PKKyê astengiyeke mezin bû li pêşiya çareseriya pirsa Kurd.

Eger ev astengî rabe, bi îznê Xwedê dê herî zêde Kurd jê sûdê wergirin. Ji ber ku herî zêde Kurd ziyanê dibînin."

“Gaveke erênî ye”

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu jî ji ser Xê got:

"Di şertên ku sîstema navneteweyî diheje û herêma me di nav çembereke agirî de ye, her gazî û her gava ku ji bo xurtkirina bingeha navxweyî ya welatê me û rizgarkirina wî ya temamî ji terorê tê avêtin erênî ye.

Ji bo ku ev gazî were bicihkirin, divê rêyeke arasteker a şênber a ku dersên ji tecrûbeyên borî wergirtî were eşkerekirin.

Ev pêvajo li ser bingeha meclisa mezin a Tirkiyeyê ku cihê derbirîna dawî ya îradeya neteweyî ye, bi beşdariya hemû partiyên siyasî û beşên civakî bi rengekî piralist were meşandin."

“Çekdanîna PKKyê pêşketineke dîrokî ye”

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan diyar kir ku ew bi kêfxweşî pêşwaziya daxuyaniya Heyeta Îmraliyê kir û got:

"Ez bi kêfxweşî pêşwaziya daxuyaniya ku îro êvarê ji aliyê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ve hatiye kirin, dikim.

Danîna çekan û fesixkirina hebûna rêxistina terorê PKK dê bibe pêşketineke dîrokî.

Niha em li bendê ne ku ev bang were bicihkirin, bi awayekî ku ti dudilî çêneke çek bên danîn û rêxistin xwe fesix bike.

Weke ku me gelek caran aniye zimên, divê Tirkiye, çi dibe bila bibe, xwedî şiyan û hişmendî be ku pirsgirêkên xwe li ser zemîna siyasî û demokratîk bi axaftinê çareser bike.

Em amade ne ku bi perspektîfeke erênî alîkariyê bikin ji bo gavên ku dê bên avêtin ji bo bilindkirina standardên demokratîk li Tirkiyeyê û zûtir gihîştina armanca dewleteke hiqûqî ya ku li ser bingeha mafên mirovan hatiye avakirin."

“Em li encaman dinêrin”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala got, "Eger rêxistina terorê vê bangê binirxîne, çekan deyne, xwe bicivîne û fesix bike, dê Tirkiye prangayên xwe xilas bibe."

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan îro banga danîna çekan li PKKyê kir.

Efkan Ala derbarê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji A Haberê re axivî û got:

"Naveroka bangê danîna çekan û fesixkirina xwe ya rêxistina terorê ye

Em li encamê dinêrin. Eger rêxistina terorê vê bangê binirxîne, çekan deyne û kom bibe û xwe fesih bike, dê Tirkiye ji qeydan rizgar bibe.

Di dema hikûmetên AK Partiyê de, Tirkiye bi awayekî gelekî bandor têkoşînê li dijî terorê dike.”

CHP bi awayekî awarte civiya

Li aliyê din Partiya Gel a Komarî (CHP) piştî daxuyaniya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi awayekî awarte civiya.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî banga çek danînê li rêxistina xwe kir.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel, piştî eşkerekirina peyama Ocalan ji aliyê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ve bangî birêvebiriya partiyê kir ku bi awayekî awarte li navenda partiyê kom bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst