ÇEWLÎG – Li Navenda Perwerdeya Gel kursa Kirmanckî hat vekirin

27-02-2024
RÛDAW
Nîşan Kirmanckî Kurs Çewlîg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bongilanê ya parêzgeha Çewlîgê, li Rêveberiya Navenda Perwerdeya Gel kursa Kirmanckî/Zazakî hat vekirin.

Li gorî rapora UNESCOyê ya sala 2009an zaravayê Kirmanckî yê Kurdî di nav grûpa “zimanên ku metirsiya nemanê li ser wan heye” de cih digire.

Xebatên geşkirina Kirmanckiyê salên dawî bi rêya mamosteyên Kurdî û dildarên zimanê Kurdî zêdetir bûne.

Li Rêveberiya Navenda Perwerdeya Gel a navçeya Bongilanê kursa Kirmanckî hat vekirin.

Niha 12 xwendekar fêrî xwendin û nivîsandina Kirmanckî dibin.

"Em bi Zazakî diaxivin lê em nikarin binivîsin" 

Rêvebirê Navenda Perwerdeya Gel Hayrî Guneş got:

“Em bi Zazakî diaxivin lê em nikarin binivîsin û bixwînin.

Em li vê kursê hem dinivîsînin û hem jî dixwînin. Em dixwazin zarok û neviyên xwe fêrî zimanê xwe bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst