Ji bo Colemêrg, Wan û Şirnexê hişyarî

27-02-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Wan Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Colemêrg, Wan û Şirnexê hişyariya bahozê da.

Ji aliyên pêwendidar û xelkê hat xwestin ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Saziya Keşnasiyê ragihand ku li derdora bajarê Colemêrgê, li rojhilatê Şirnexê û li başûrê Wanê bayekî zêde heye û li herêmên bilind bahoz radibe.

Li gorî daxuyaniyê, bahoz dê heta sibe demjimêrên evarî berdewam bike.

Ji ber ba û bahozê ji xelkê hatiye xwestin ku ji bo egera pirsgirêkên çûn û hatinê, bi jehrketina dûxana sobeyê, pûk û aşûtê tedbîrên pêwîst wergirin.

Li aliyê din, şeva borî li ser rêya Wan û Colemêrgê aşût bi ser mînîbusa rêwiyan de hat û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst