Li Wanê 3 rojnameger hatin desteserkirin

27-02-2024
Nîşan Wan Rojnameger Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Wanê, îro serê sibehê rojnamegerên Kurd Arîf Aslan, Lokman Gezgîn û Oktay Candemîr hatin desteserkirin.

Polîsan îro berê sibehê ji ber sedemeke nediyar bi ser malên Arîf Aslan, Lokman Gezgîn û Oktay Candemîr de girt.

Her sê rojnameger ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin û polîsan ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê.

Heta niha jî nayê zanîn rojnameger çima hatine desteserkirin.

“Rojnamegerî ne tawan e”

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:

"Li Wanê rojnameger Arîf Aslan, Lokman Gezgîn û Oktay Candemîr hatin desteserkirin.

Em dizanin ku desthilata siyasî ji kesên rastiyê dinivîsin çiqasî ditirse.

Divê rojnameger demildest bên berdan. Ji ber ku rojnamegerî ne tawan e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêne: ANHA

Gelo dê hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê dîsa bên bipaşxistin?

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar dabû ku 11ê Hezîranê li Rojavayê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan bên kirin