Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku berbijêrê wan ê hevserokayetiya şaredariya Bedlîsê Enver Barîn bi daxwaza xwe ji namzediyê vekişiyaye.
Komîsyona Hilbijartinê yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Bedlîsê derbarê rewşa Enver Barîn daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di dosyaya namzedê me yê hevşaredariyê yê navendê Enver Barîn de ji ber ku 5 salan girtî mabû, ceza hatiye dayîn û ev ceza bi lez û bez ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin.
Li ser vê yekê Enver Barîn li gorî daxwaza xwe ji namzediyê vekişiyaye.”
Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Bedlîsê herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku Barîn dê ji lîsteya konteyjanan beşdarî hilbijartinan bibe.
Komîsyona navborî da zanîn ku namzedê wan ê nû yê hevşaredariya Bedlîsê Faruk Îşlek e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse