AMED – Ji bo here ser gora hevjîna xwe ji malê derket, termê wî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çêrmûgê ya parêzgeha Amedê, termê zilamê 80 salî yê ku winda bûbû di Çemê Sînegê de hat dîtin.

Li Taxa Kelehê ya navçeya Çêrmûgê, zilamê bi navê Salîh Altunbag ê 80 salî ji bo here ser gora hevjîna xwe ji malê derket lê venegeriya.

Kesûkarên wî piştî ku Salîh Altunbag venegeriya serî li navenda hawarçûnê da.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê yên Şaredariya Çêrmûgê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di encama xebatên lêgerînê de termê Altunbag di Çemê Sînegê de hat dîtin.

Tîman termê Altunbag ji bo karên otopsiyê veguhast nexweşxaneyê.