Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî serdana Herêma Kurdistanê dike

27-02-2023
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutterres
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî roja Çarşemê serdana Bexdayê dike û dê rojek paştir di Pêncşemê de serdana Herêma Kurdistanê jî bike.

Li gor zanyariyan, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutterres dê Çarşemiya vê heftiyê serdana paytexta Iraqê bajarê Bexdayê bike.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û li Hewlêrê ligel Serokên Iraq û Herêma Kurdistanê bicive.

Antonio Guterres herwiha dê serdana Kampa Ceda ya li sînorê parêzgeha Neynewayê jî bike.

Tê nûkirin….


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst