Li Meletiyê erdhejek din çêbû; 29 avahî hilweşiyane, 1 mirî û 69 birîndar hene

27-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê îro careke din erdhejek bi hêza 5.6 pileyê rîxter pêk hat. AFADê ragihandiye, 29 avahî di encama erdheja îro de herifîne, kesekî jiyana xwe ji dest daye û 69 kes jî birîndar in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro Duşemê 27ê Sibatê demjimêr 12:04 deqe bi hêza 5.6 pile erdhejek li parêzgeha Meletiyê çê bûye.

AFADê ragihandiye, navenda erdhejê li navçeya navendê ya Çirmikê (Yeşilyurt) û di kûrahiya 6.96 kîlometreyî de çêbûye.

Resedxaneya Kandili ya Tirkiyê jî ragihandiye, erdhej li navçeya Çirmik a Meletiyê bi hêza 5.5 rîxterê û di kûrahiya 5 kîlometriyê de çêbûye.

AFADê derbarê zirarên erdheja îro ya Meletiyê de daxuyanî daye û ragihandiye, 29 avahî herifîne.

Serokê AFADê Yunus Sezer ragihandiye, di encama erdheja îro de li gor agahiyên destpêkê kesekî jiyana xwe ji dest daye û 69 kes jî birîndar bûne.

Bi gotina Sezer 32 kes ji bin kavilan hatin rizgarkirin, li ser 2 kavilan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Îro di demjimêrên berê sibehê de li navçeya Serêgolê ya parêzgeha Semsûrê û li navçeya Cela ya parêzgeha Mereşê yên Bakurê Kurdistanê jî bi hêza 4 û 5 pile du erdhejên din çê bûbûn.

Piştî erdheja 6ê Sibatê zêdeyî 10 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.

 

 

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst