Nêçîrvan Barzanî di Foruma Hewlêrê de behsa paşeroja Herêma Kurdistanê dike

Hewlêr (Rûdaw) - 2mîn Foruma Hewlêrê ya Salane bi navnîşana “Xalên werçerxê û paşeroja Rojhilata Navîn” di 28ê Sibatê de destpê dike û Navenda Lêkolînan a Rûdawê bi hevbeşî ligel hejmareke navendên lêkolînê û saziyên navxwe û navdewletî pêk tîne. Di foruma ku sê rojan berdewam bike de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di panelekê de beşdar dibe û biryar behsa paşeroja Herêma Kurdistanê bike.

Rojên di navbera 28ê Sibatê û 2yê Adarê de li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê hejmareke zêde ji siyasetmedar, pispor, lêkolîner, medyaya navxweyî û navdewletî dê bi hev re li ser mijarên cuda yên têkildarî guhertinên li Rojhilata Navîn li ser mase di panel û hevpeyvînên taybet de gotûbêjan bikin. 

Lêkolerê li Navenda Lêkolînan a Rûdawê Mahmûd Baban dibêje mijarên foruma curbecurin û ciyawaz in û di warê perwerde, enerjî, rola jinan, paşeroja Iraqê û rewşa herêmê de ne.

Di 1 û 2 ê Adarê de 11 panel û du giftugoyên vekirî bên kirin û bi beşdariya 261 kesî beşdarî forumê dibin û ji Ewropa, Amerîka û Rojhilata Navîn jî 94 kes beşdar dibin. 

Seroka berê ya UCIRFê Nadine Maenza ku moderatoriya panela bi mijara “Azadiya Olî li Rojhilata Navîn,Iraq û Herêma Kurdistanê” dike dibêje: “Ez gelekî kêfxweş im ku ji bo Forûma Hewlêrê li vir im û li ser azadiya olî ya li Iraq, Herêma Kurdistanê û herêmê panelekê birêve dibim. Baş e çend saetên me hene ku em bi serkirde, komên olî, civaka sivîl û rayedarên hikûmetê re rûnên û behsa çend mijarên girîng û bi hev re bixebitin daku çareseriya hin pirsgirêkên herî girîng ên civakê bibînin."

Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di panela bi "Pirsgirêkên Girîng ên Rojhilata Navîn û Paşeroja Herêma Kurdistanê" de behsa pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn û paşeroja Herêma Kurdistanê bike ku ew panel ji aliyê Rêveberê Navenda Lêkolînên Rûdawê Ziryab Rojhilatê ve tê birêvebirin.

Yekem Foruma Hewlêrê ya salane 28ê Sibata 2019 birêve çû, lê belê salên din ji ber belavbûna virûsa coranayê çênebû. Foruma Hewlêrê li Otela Rotana tê saz kirin û kesên têde beşdar li ser mijarên siyasî, civakî û aborî gotûbêjan dikin.