Galeriya wêneyan

27-02-2023
17 Photos
Bilind T. Abdullah

Roja Yekşemê 26.2.2023, di duyemîn salvegera vekirina Konsulxaneya Ermenistanê li Hewlêrê, pêşangeheke taybet bi navê “Kêmîneyên li Ermenistanê, Arşîva Belge û Wênyan” hat lidarxistin.

Di pêşangehê de belge û wêneyên kevin ên bi Kurdî û Ermenî bi alfabeyên Ermenî û Kirîl hatibûn nivîsandin cih girtin.

Di pêşangeha ku tê de wêneyên kevn ên kêmnetewên Ermenîstanê tê de cih digirin, destnivîsên Kurdî û Ermenî bi du beşan pêşkêşî mêvanan hatin kirin.

Di pêşangehê de belgeyên Kurdî yên pişyî zayînê di navbera sedsalên 15-17an de ku bi alfabeya Ermenî hatine nivîsandin jî cih digrin.

Di pêşangehê de belgeyên serdemên cuda hatin pêşkêşkirin, di nav wan de wêneyên dibistanên kurdî yên li Ermenîstanê, dîmenên yekem filmê kurdî Zare û hejmarên yekem rojnameya kurdî ya Rêya Teze ku di sala 1930 de dest bi weşana xwe kiriye û heta niha jî didome hene.

Lêkolîner û dîroknas Gor Yeranian ji Enstîtuya Lêkolînên Entîketan a Matanadranê ji Rûdawê re got, ew belgeyên Kurdî ku bi alfabeya ermenî hatine nivîsandin vedigerin sedsala 15an.

Dîroknas Gor Yeranian diyar kir ku di pêşangehê de hin gotinên pêşiyan jî hatine belgekirin û got, "Ev gotinên pêşiyan bi kurdî ne û bi alfabeya ermenî hatine nivîsandin." Gor Yaranian destnîşan kir ku di dema koçkirina Ermeniyan de gelek destnivîsên dîrokî hatin tunekirin.

Wezîrê Reşwnbîrî û Ciwanan yê Herêma Kurdistanê Hemeyê Heme Seîd diyar kir ku di navbera Kurd û Ermeniyan de têkiliyên dîrokî hene û got ku kêmnetew bi taybetî jî Kurd, ku Yekîtiya Sovyeta berê hawîrdoreke azad û demokratîk pêşkêşî dike, ji vê hawirdorê gelek sûd wergirtin.

Heme Seîd ragihand “Em dê sûdê ji va belgeyan wergirin. Me bi xwe serdana Birêveberiya Giştî ya Parastina Belgeyan li Êrîvanê kir û çar pirtûkên Kurdî dîtin”

Konsolosê Ermenîstanê yê Hewlêrê Erşak Manukiyan jî derbarê pêşangehê de wiha got “Armanca me ew e ku em jiyana kêmîneyên li Ermenîstanê nîşan bidin. Li vir arşîveke mezin a kêmineyan heye. Me xwest vê dîrokê nîşan bidin ku yekemîn pirtûka ku bi Kurdî hatiye nivîsandin ji aliyê Ermeniyan ve hatiye nivîsandin. Ji ber vê yekê ermeniyan bi rastî alîkariya kurdan kirin ku çanda xwe biparêzin. Muzîk, huner û helbesta Kurdan parastine. Pirtûka duayan ya yekem ji bo Kurdan di sedsala 15an de ji aliyê Ermeniyan ve hatiye nivîsandin.”

Li gor statîstîkên hikumeta Ermenîstanê yên di sala 2011an de kêmnetew ji sedî 2.2 nifûsa Ermenîstanê pêk tînin.