MELETÎ - Bav û keça di bin kavilan de mabûn hatin rizgarkirin

27-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bin kavilên avahiya ku di erdheja navend Meletî û mezinahî 5,6 de hilweşiya, bav û keç bi sax hatin derxistin.

Di erdheja navend navçeya Çirmik a Meletiyê ku îro di saet 12.04an de bi hêza 5,6an pile rîxter çêbû de li ser li Taxa Şêx Bayram avahiyiye hilweşiya ku pêştir ziyan gihîştibû. Piştî hilweşîna avahiyê ekîban li ser kavilan xebata lêgerîn û rizgarkirinê dan destpêkirin.

Di encama xebata ekîbên AFAD, UMKE, îtfaiye, leşker û yên lêgerîn û rizgarkirinê de Aziz Deliktaş û keça wî Şeyma Deliktaş hatin rizgarkirin.

Bav û keç bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Eşkere bû ku Aziz û Şeyma Deliktaş bi mebesta derxistina eşyayan ketibûn xaniyê xwe.

Şahidê bûyerê Ruzgar Mehmet Bilici diyar kir, di erdhejên navend Meraş de xaniyê wî, ya keça wî û mirovên wî hilweşiyan, piştî erdhejê ew çû Enqerê û îro jî ew vegeriya bajêr.

Bilici destnîşan kir, wan xwest mala xezûrê wî ya xesar gihîştibûyê bibînin û di wê navberê de Yilmaz Deliktaş û Şeyma Deliktaş ketin malê û wiha got, "Me got nekevinê, ji xwe 3 saniye dewam kir. Ez li ber apartmanê bûm. Wê kêliyê avahî hat xwarê. Min kir qêrîn lê tiştekî me bikira tunebû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst