ŞIRNEX- Egera teqîna bendavê metirsiyeke mezin di nav xelkê de çêkiriye

Şirnex (Rûdaw) - Li navçeya Qilaban a ser bi Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve dîwarên bendava gundê Nêrwe bi sê cîhan deriziye û av jê diherike. Piştî belavbûna vîdyoya dîwarên wê bendavê, metirsiyeke mezin di nav xelkê gundên derdorê de çêkiriye.

Bi ser navçeya Qilabana Şirnexê ve di geliyê Roboskî de li ser çemê Roboskî bendava gundê Nêrweh ku bi sê cîhan ji dîwarên wê bendavê av divizike.

Navbera gund û bendavê tenê zêdetirî 200 mêtre ye. Li gorî gotinên gundiyan ew bendav saxlem nehatiye çêkirin ji ber wî ye dîwarên bendavê qul bûne û avek bê kontrol ji bendavê diherike. Niha tirsa wan ew e ku dîwarên bendavê biherife û ew û gundên xwe bibin qurbaniyê karesatek

Şênîyê Gundê Nêrwehê Xalit Çetîn got “Segegê heye, Şêxanî heye bû du, Ziravkê eva bû sê, Bileh eva çar, Nêrwey eva bû pênc gund in di bin barajê de ne. Ya din jî heta sibê meriv newêre binive li vî gundî. Heta sibê ev gunda dibêjin anha na anha yê wer xwarê. Li vê heremê hima hejek çêbe gund yê here.”

Şênîyê Gundê Nêrwehê Îbrahîm Ozer dibêje “Heke tehlîkek li vir derkeve herî kêm jîyana deh hezar însanan di bin tehlîkê de ye.”

Li gorî heman îddîayan piştî difçûnê sazîya kar û barên avê DSÎ’yê rapora qebûlê ango temambûnê ji bo bendavê nedane lê li gorî gotinan, kompanîya taybet ya ku bendavê çêkirine xwestine bi pînekirinê ew ava diherike hildin bin kontrolê lê hêj ew jî du sal in hêj çareser nebûye.

Şênîyê Gundê Nêrwehê Mehmet Oter ragihand “Divê DSÎ û dewlet çareyek ji vî gundî re bibînin. Bin bendav e, ser bendav e. Bendava me jî di tehlîkê de ye. Em heta sibehê nobeta zarokên xwe digrin ew newêrin razên.”

Şênîyê Gundê Nêrwehê Nasir Kaya diyar kir “Ewilî dema hatin bendavê çêkirin, wê çaxê me divê xwepêşandan bikira me yê bigota em qebûl nakin. Madem çêkirin ma êdî îptal nabe.”

Li ser îddîayên di derbarê bendava Nêrweh de walîtîya Şirnexê daxûyanîyek nivîskî belavkirin. Li gorî walîtîya Şirnexê rewşa bendavê tê şopandin, tu metirsîyek nîn e û her waha ew gotegotên li torên civakî tên kirin jî ne rast in.

Şênîyê Gundê Nêrwehê Ercan Apaydin anî ziman “Xwedê em bişev gelek ditirsin ji ber vê erdhejê. Dibêjin xeta erdhejê ji Hekkarî tê diçe Stenbolê. Li me jî tesîr dije em dibêjin baraja me yê biteqe.”

Şênîyê Gundê Nêrwehê Yakup Can Taşdemîr got “Dema baranek tiştek tê tu kes di malên xwe de ranazên. Gundê me gelek di tehlîkê de ye. Daxwaza me ew e pêwendîdar me vegugezin Derek din. Li vê milletê xwedî derkevin. Em dixwazin biguherin. Gelek tehlîke heye. Aha ew çîyayê hanê tê xwarê.

Peyamnerê Rûdawê bi rêya têlefonê îddîayên di derbarê bendavê de li ji gerînedeyê DSÎ a Şirnexê Yucel Yildirim pirsî. Yildirim ji Rûdawê re got herîkîna avê ji bendavê ya bi vî rengî asayî ye û çareya wî heye. Li gor rêvebirê DSÎ’ya Şirnexê roja sêşemê lijneyek pispor yê ji bajarên cûda werin difçûn bikin û yê raporek zanistî amede bikin li gorî wî raporê jî gavên pêwîst werin avêtin.