Li Rihayê jiyan hêdî hêdî asayî dibe

27-02-2023
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Riha Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Riha ya Bakurê Kurdistanê jiyan hêdî hêdî asayî dibe û xelk birînên xwe dipêçin, hewl didin vegerin ser karê xwe lê tevî vê yekê hîn jî tirs li ser rûyên xelkê diyar e. Li gor bajarên weke Mereş û Meletî ziyanên erdhejê li Rihayê kêmtir bûn, 179 kesan canê xwe ji dest dan, di heman demê de 663 avahî divê demildest bêne rûxandin.

Piştî erdhejê bajarê Rihayê ku karesateke zêde li wir jî rû dabû careke din jiyan vedigere ahenga xwe ya berê. Piştî çendîn rojan şêniyê bajêr ji nû ve li park û mêrgan digerin.

Piştî erdhejê bi 20 rojan Riha birînên xwe dipêçe. Derdor 20 rojan çol û xalî bûn. Ne dengê zarokan, ne şopa lingên mezinan. Xofa erdhêjê xelk li jîn û jiyînê sar kiribû, dûr xistibû lê niha careke din dema vegerê ye.

Remziye Akkuş anî ziman, “Me derxistine derve û me got bila ji xwe re li Dergê (Gola Masiyan) bin. Me zarok derxistin derve ku ji xwe re li baxçe bigerin. Me nimêj û duayên xwe kirin.”

Li gor bajarên din li Rihayê erdhêj bi sivikî derbas kir, 179 kesan canê xwe ji dest dan, 663 avahî divê demildest bêne rûxandin.

Xelkê bajêr bi rojan li derve man, hejmarek zêde xelkê bajêr koç kir.

Newzat Koşkar got, “Xaniyên me xirab bûn, em niha li çadiran in. Me got bila hinekî stresa xwe bavêjin.”

Ava Gola Masiyan bi erdhêjê re şelû bibû. Li avahiyên mêjûyî şopên erdhêjê diyar in. Jiyan hêdî hêdî normalîze dibe lê tirsa li ser rûyan berdewam e. Dora keleh û gola masiyan ji nû ve vedigere rojên berê Riha li gor bajarên din zûtir birînên xwe dipêçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst