Li Sêrtê bi hezaran lître şeraba qaçax hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, di kargehekê de 4 hezar û 3 lître şeraba qaçax hat girtin.

Tîmên Şaxa Tawanên Rêkxistî yên Rêveberiya Ewlekariyê ya Sêrtê, li dijî kargehekê operasyon lidar xistin.

Di operasyonê de di nav şûşe û qutiyên plastîk de 4 hezar û 3 lître şeraba qaçax girtin.

Herwiha di operasyonê de kesek hat desteserkirin û bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Sêrtê hat birin.