Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da amadekariyên hilbijartinan bên destpêkirin

27-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da ku amadekariyên ji bo hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê bên destpêkirin.

Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşembê 27ê Sibata 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, Mesrûr Barzanî ferman daye Serokatiya Dîwana Encumena Wezîran, tevahiya wezaretan û aliyên têkildar daku dest bi amadekariyên hilbijartinan bikin û bi Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê re hevehengiyên pêwîst bikin.

Li gor daxuyaniya ofîsê, serokwezîr daxwaz kiriye bûdceya hilbijartinan were dabînkirin û tevahiya amadekariyan bên kirin da ku hilbijartin di dema xwe de were kirin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, Li gor fermana Herêmî ya hejmar 33 a roja 24ê Sibata 2022 wek roja lidarxistina hilbijartinên xûla şeşem a Parlamentoya Kurdistanê, îro Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi fermanekê biryar da ji bo erkdarkirina Serokatiya Dîwana Encumena Wezîran, tevahiya wezaretan û aliyên têkildar, bo hevahengiya ligel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Rapirsiyê, bi armanca dabînkirina bûdce û tevahiya pêwîstiyên proseya hilbijartinê, daku hilbijartin di dema diyarkirî de bê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 24ê Sibatê de roja 1 Cotmeha sala 2022 wek roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kiribû.

Dema yasayî ya xûla niha ya Parlamentoya Kurdistanê di 11ê Hezîrana 2022an de bi dawî tê û tevahuya aliyên siyasî daxwaz dikin ku hilbijartin di dema xwe de ku meha Îlonê ye, bê lidarxistin, lê heta niha rêkeftina dawî li ser mijarê nehyatiye kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst