Duhok; Tirkiyê derdora gundê Sigêrê bombebaran kir

27-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên Tirkiyê îro derdora gundê Sigêrê li quntara Çiyayê Metîna li sînorê qezaya Amêdiyê bombebaran kirin.

Salar Necîb, niştecihekî gundê Bilave ku nêzîkî cihê bombebaranê ye, ji Rûdawê re ragihand, îro firokeyên Tirkiyê navçeya Sur a Sigêrê û derdora gundê Sigêrê bombebaran kirin. Wî niştecihê gundê Bilave herwiha çend wêneyên dema bombebaranê jî ji Rûdawê re şandine.

Salar Necîb diyar kir, ji ber bombebaranê xelkê deverê gelek tirsiyane.

Derbarê bombebaranê û zirarên wê de, hêj ti rayedarekî fermî daxuyanî nedaye.

Zêdeyî 25 salan e artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê li nav sînorê Herêma Kurdistanê şer dikin. Ji ber şer, 800 gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin û xelkên wan gundan nikarin vegerin ser gund û warê xwe.

Tirkiyê ji Nîsana sala 2021ê ve li dijî PKKê operasyonek di nav axa Herêma Kurdistanê de destpêkiriye ku heta niha berdewam dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst