5emîn roja êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê

Di pêncemîn roja êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê de, artêşa Rûsyayê êrîşên xwe li ser herdu bajarên Kiev û Kharkivê zêde kirine.

28-02-2022

23:42

Polîsê Lviv: Îşev dê zehmet be

Şandiya Rûdawê bo Ukrayna ragihand, “Polîsê Lviv em agahdar kirin ku îşev wê şeveke zehmet be û egera êrişê heye.”

Şandiya Rûdawê bo Ukrayna diyar kir, “Ji demjimêr 10 ve li Lviv qedexeya çûn û hatinê ye. Xelkên Lviv hatine agahdarkirin ku herin jêrzemînan

Li aliyê din wêneyên satellite nîşan didin ku, karwanekî mezin ê serbazî yê Rûsî 27 km ber bi Kiev ve diçe.

Zêdetir bixwîne

23:22

Amerîka 12 dîplomatên Rûsî ji welatê xwe derdixe

Amerîka 12 endamên şanda Rûsya li NY ji welatê xwe derxistin.

Amerîka şanda xwe ya deplomasî li Rûsya serpişk kir li ser derketina ji wî welatî.

Zêdetir bixwîne

23:03

Faransa balyozxaneya xwe ji Kievê vediguhêze

Fransa balyozxaneya xwe ji bajarê Kievê vediguhêze bajarê Livîvê

Wezîrê Derve yê Fransa got, “Em ê balyozxaneya xwe ji Kievê veguhêzin bajarê Livîvê yê li rojavayê Ukrayna.”

Zêdetir bixwîne

22:51

Ukraynayê bi fermî serî li YE da

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky forma ji bo serlêdana Yekîtiya Ewropa(YE) îmze kir.

Êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê berdewam e û dorpêça li ser Kieva paytext teng dibe.

Zêdetir bixwîne

22:15

FIFA û UEFAyê li dijî Rûsyayê biryarek dan

FIFA û UEFAyê beşdariya tîma niştimanî ya Rûsyayê û hemû tîmên din ên Rûsyayê bo hemû organîzasyonan ragirt.

Di daxuyaniya FIFA û UEFAyê de hat tekez kirin ku ev biryar ji ber êrişa li ser Ukraynayê bûye û biryara qedexekirinê heta demeke nediyar dê berdewam bike.

Zêdetir bixwîne

21:22

Civîna şandên Rûsya û Ukrayna bi dawî hat

Danûstandinên Rûsya û Ukrayna li ser sînorê Belarusê bidawî hatin û herdu alî gihiştin rêkeftinê ku rojên bê hevdîtinan berdewam bikin.

Danûstandinên Rûsya û Ukrayna li ser sînorê Belarusê bidawî hatin û şandên danûstandinan ên Rûsya û Ukrayna gihiştin rêkeftinê ku di rojên bê de careke din bicivin.

Şandên Rûsya û Ukrayna gihiştin rêkeftinê ku rojên bê li ser sînorê Belarus û Polanda bicivin.

Şêwirmendê Serokê Ukraynayê dibêje, “Danûstandin zehmet in û Rûsya dixwaze dirêjiyê bide şer.”

Serokê Ukraynayê jî tekez dike, “Eger rojava di piştgiriya me de berdewam be em dê li hember Rûsyayê serbikevin.”

Zêdetir bixwîne

20:22

Ukraynayê çi daxwaz ji Rûsyayê kir?

Şandên Ukrayna û Rûsyayê li Belarûsê di civînê de ne û li gor zanyariyan, Ukraynayê daxwaz kir Rûsya, Kirim û Donbas jî di nav de hêzên xwe ji hemû axa Ukraynayê vekişîne.

Rayedarên Ukraynayê ragihandibûn ku mijara sereke ya di rojeva wan de agirbest û vekişîna leşkeran ji axa Ukraynayê ye.

Daxwazên Ukraynayê

Piştî destpêkirina danûstandinan, Ofîsa Serokatiya Ukraynayê daxuyaniyek belav kir û tekezî li ser wan daxwazan kir.

Li gor wê daxuyaniyê, şanda Ukraynayê di civînê de daxwaz kir hêzên Rûsî Kirim û Donbas jî di nav de ji hemû herêmên Ukraynayê vekişin.

Serokê Ukraynayê Zelensky roja Yekşemê got, ew ne li bendê ne ku tu pêşkeftinek di van danûstandinan çêbibe. Lêbelê, wî anî ziman ku divê ew hewl bidin û vê şansê, her çend hindik be jî, bikar bînin.

Şandên herdu welatan

nav şanda Ukraynayê de Serokê Fraksiyona Partiya Xizmetkar ya Gel û Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksii Reznikov, Şewirmendê Serokomarê Ukraynayê Mykhailo Podolyak, Serokê Şanda sê qolî ya gotûbêjan Andirî Kostîn, Parlementerê Ukraynî Umer Rustemov û Alikarê wezîrê Derve Mykola Tochytski cih digirin.

Di şanda Rûsyayê de jî Cîgirê serokê Dewletê Vladimir Medinsky, Cîgirê wezîrê Berevaniyê Alexandr Fomin, Cîgirê Wezîrê Derve Andrey Rudenko, Balyozê Belarûsê Boris Grizlov, Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Dumayê Leonid Slutskiy hene.

Danûstandinên Ukrayna û Rûsyayê ku îro piştî nîvro li Belarûsê destpê kirin, berdewam in.

Zêdetir bixwîne

15:12

NY: Ji Ukraynayê 422 hezar kes koçberî welatên cîran bûne

NY: Ji Ukraynayê 422 hezar kes koçberî welatên cîran bûne

Neteweyên Yekbûyî bi daxwiyaniyekê ragihand ku heta niha ji ber êrişên Rusya bo ser Ukraynayê 422 hezar kes koçber bûne û 100 hezar kes ji cih û warên xwe derketine.

Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) eşkere kir ku heta niha 422 hezar kes ji Ukraynayê çûne welatên cîran.

Berdevka UNCHRê Laura Padoan li ser Twitterê daxwiyaniyek belav kir û tê de ragihand ku ew wek UNCHRê welatiyên ji Ukrayna direvin wek penaber dibînin. Padoan da zanîn ku heta niha li Ukraynayê ji ber êrişên Rusyayê û şer bi 100 hezaran kes ji cih û warên xwe derketine.

Herwiha Neteweyên Yekbûyî dibêje hinek raport gihiştine destê wan ku li Ukraynayê astengî ji xelkê re tên derxistin daku siwarî trênan nebin.

Zêdetir bixwîne

14:20

Civîna şandên Ukrayna û Rûsyayê li ser sînorê Belarûsê dest pê kir

Civîna şandên Ukrayna û Rûsyayê li ser sînorê Belarûsê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna şandên Ukrayna û Rûsyayê li ser sînorê Belarûsê dest pê kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan Reutersê Mykhailo Podolyak şêwirmendê serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand ku hevdîtinên bi Rûsyayê re dest pê kirin.

Rayedarên Ukraynayê ragihandibûn ku mijara sereke ya di rojeva wan de agirbest û vekişîna leşkeran ji axa Ukraynayê ye.

Beriya niha hatibû ragihandin ku hevdîtin ji ber pirsgirêkên lojîstîk û ewlehiyê hatin paşxistin.

Serokê Ukraynayê Zelensky roja Yekşemê got ku ew ne li bendê ne ku tu pêşkeftinek di van danûstandinan çêbibe. Lêbelê, wî anî ziman ku divê ew hewl bidin û vê şansê, her çend hindik be jî, bikar bînin.

Li gor zanyariyan di nav şanda Ukraynayê de Serokê Gruba Partiya Xizmetkar ya  Gel û Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksii Reznikov, Şewirmendê Serokomarê Ukraynayê Mykhailo Podolyak, Serokê Şanda sê qolî ya gotûbêjan Andirî Kostîn, Parlementerê Ukraynî Umer Rustemov û Alikarê wezîrê Derve Mykola Tochytski cih digrin.

Zêdetir bixwîne

12:41

Alîkariya serbazî ya NATO û welatên Rojavayî bo Ukraynayê

Alîkariya serbazî ya NATO û welatên Rojavayî bo Ukraynayê

Hewlêr (Rûdaw) - NATO û welatên rojavayî ji ber destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li ser Ukraynayê ne tenê siza li ser Moskovayê sepandin, lê di heman demê de ji bo piştgiriya Ukraynayê bi alavên leşkerî û çekan dest bi avêtina gavên zêde kirin.

Di serî de welatên NATOyê biryar dan ku bi hezaran muşekên antî-tank, berevaniya esmanî û hejmarek mezin ji çekên piçûk û cebilxane bişînin Ukraynayê. Herwiha Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bi bihayê 450 milyon Euro ji bo piştgiriya çekan û bi bihayê 50 milyon Euro alîkariya alavên parastinê ketin tevgerê.

Alîkariyeke din a girîng a YEyê biryara piştgiriya artêşa Ukraynayê bi balafirên şer û sotemeniyê bû.

Amerîka

Amerîka dê 350 milyon dolar piştgiriya çekan bide Ukraynayê, di nav wan de çekên antî-tank jî hene.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê  Antony Blinken serbestberdana alîkariya ji bo Wezareta Parastinê pejirand.

Bi vê alîkariyê re di 1 sala dawî de alîkariya AMerîkayê ya ji bo Ukraynayê 1 milyar dolar derbas kir.

Bîrtanya

Brîtanya, ku mehek berê mûşekên antî-tank ên ji ser milan ve tên avêtine teslîmî Ukraynayê kiribû, piştî wê Brîtanya biryar da ku pakêtek piştevaniya leşkerî ya zêde peyda bike ku çekên berevaniyê yên kategoriya kujer û nekujer vedihewîne.

Swêd

hikûmeta Swêdê ji bilî çekên sivik, dê 5 hezar muşekên antîtank AT4, 5 hezar êlekên pola, 5 hezar helmetên leşkerî û ji bo 135 hezar leşkeran xwarinên amade bide Ûkraynayê.

Almanya

Almanya dê 5000 helmet û 1000 mûşekên antî-tank û 500 mûşekên Stinger bide Ukraynayê.

Estonya

Estonya ji bo cebilxane û 9 obusên cureya "D30" yên ji stokên artêşa Almanyaya Rojhilat (DDR) bide Ukraynayê ji Almanyayê destûr wergirt.

Hollanda

Hollanda dê 3 hezar helmet, 2 hezar êlekên pola, 30 dedektorên metal, 2 robotên tespîtkirina mînên deryayê, 2 radarên çavdêriya qada şer, 5 radarên tespîtkirina çekan, 100 çekên sniper û 30 hezar cebilxane bide Ukraynayê.

Herwiha dê Hollanda  200 mûşekên Stinger ên dijî firokeyan û 50 mûşekên antî tank jî bişîne Ukraynayê.

Fransa

Fransa dê alîkariya sotemeniyê û piştgiriya alavên leşkerî ji Ukraynayê re bike.

Agahiyên li ser naveroka piştgiriya alavên ku ji hêla Fransa ve têne peyda kirin hêj nehatine parve kirin.

Li aliyê din di çarçoveya NATOyê de Fransa dê 500 leşker û wesayîtên zirxî bişîne welatê cîranê Ûkraynayê Romanya û 4 balafirên şer ên modela Mirage 2000 jî bişîne Estonyayê.

Herwiha Fransa dê 200-250 leşkeran bişîne Estonyayê.

Belcîka

Dê Belçîka 5 hezar çekên otomatîk, 200 mûşekên antîtank û 3 hezar û 800 ton sotemenî bide Ukraynayê. Belçîkayê bi agahiya NATO û YEyê alavên leşkerî yên parastinê, di nav de helmet, êlek û amûrên rêwerzê, şandin Ukraynayê.

Hikûmeta Belçîkayê dê di bin banê NATOyê de di heyama pêş de 300 leşkeran bişîne Romanyayê.

Yunan

Yewnanîstan dê bi rêya Polonyayê 2 balafirên veguhêz ên ji cureya C-130 û alîkariyên mirovî û her wiha pêdiviyên leşkerî bide Ûkraynayê.

Komara Çek

Komara Çek ji bo piştgiriya gelê Ukraynayê çekên otomatîk, çekên sniper û cebilxane dişîne.

Bulgarya

Hikûmeta Bulgaristanê dê alîkariya mirovî û lojîstîkî ya leşkerî bide Ukraynayê.

Fînlandiya

Fînlandiya dê 2 hezar êlekên pola, 2 hezar helmet, 100 sedye û 2 binkehên lênihêrîna bijîjkî ya lezgîn bişîne Ukraynayê.

Kanada

Rêveberiya Kanadayê beriya niha 460 endamên din ên Hêzên Çekdar ên Kanadayê û 7,8 milyon dolar malzemeyên leşkerî şandibûn Letonya û herêmên derdorê da ku li hemberî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê piştgiriyê bidin NATOyê.

Herî dawî Kanadayê ragihandibû ku bi buhayê 25 milyon dolarî alavên leşkerî yên zêde pêşkêşî Ukraynayê kiriye.

 

Zêdetir bixwîne

11:35

Rûsya: Tevahiya qada esmanî ya Ukraynayê di bin kontrolê de ye

Wezareta Berevaniya ya Rûsyayê ragihand ku tevahiya qada esmanî ya Ukraynayê di bin kontrola Rûsyayê de ye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku leşkerên Rûsyayê herêmên derdora Santrala Nukleerî ya Zaporozhye jî kontrol kirine, santralê xebatên xwe didomîne û asta radyoaktîf normal e.

Herwiha di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku ji destpêka êrîşê heta niha 1114 tesîsên leşkerî yên Ukraynayê hatine îmhakirin û hemû qada esmanî ya Ukraynayê di bin kontrola Rûsyayê de ye.

Li aliyê din di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bajarên Berdyansk û Energodar jî ketine bin kontrola artêşa Rûsyayê.

Zêdetir bixwîne

10:36

Li Kharkivê şerê kolanan û Kiev tê bordûmankirin

Wêne: AP

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Ukraynayê dibêje, şeva borî Kieva paytext hatiye bordûmankirin û wêneyên Satellitê jî karwanê nû yên hêzên bejayî yên Rûsyayê pêşan didin ku ber bi Kievê diçin.

Xizmetguzariya Hikûmî ya Ukraynayê bo Karûbarên Peywendî û Parastina Zanyariyan ragihand ku şeva borî piştî çend demjimêran bêdengî, Rûsyayê dest bi bordûmankirina bajêr kiriye û bordûman çend demjimêran berdewam bûye û piraniya navçeyên bajêr li xwe girtiye.

Xizmetguzariya Hikûmî ya Ukraynayê li ser Telegramê ragihand ku Rûsyayê dest bi bordûmankirinê kiriye û ji xeynî Kieva paytext, bajarê Chernihiv ê bakurê welat jî bordûman kiriye û li gor wê ajansa hikûmî ya Ukraynayê, avahiyeke niştecihbûnê hatiye armancgirtin.

Daxuyaniyeke Fermandariya Giştî ya Hêzên Bejayî ya Ukraynayê jî li ser Facebookê behsa êrîşa mûşekî ya Rûsyayê bo ser bajarê Zhytomyr ê bakurê Ukraynayê dike bêyî ku amaje bi zerar û ziyanan bide.

Li aliyê din, Kompanya Maxar Technologies, kompanyaya cihê baweriyê ya Amerîkî ku ji destpêka şer ve tevgera serbazî ya Rûsyayê dişopîne, çend wêneyên Satellitê belav kirine ku roja Yekşemê 27ê Sibatê hatine girtin. Di dîmenan de derdikeve ku çend karwanên hêzên bejayî yên Rûsyayê ber bi Kieva paytext ketine tevgerê.

Li eniya bakurê rojhilatê Ukraynayê bajarê Kharkiv, duyem bajarê herî mezin ê wî welatî ye ku ligel Rûsyayê hevsînor e, piştî wêya doh Yekşemê, hêzên Rûsyayê çûn nav bajêr, hêzên Ukraynayê kontrolkirina bajêr ragihandin û li gor agahiyên dawî, niha li nav kolan û taxên bajêr şerê kolan bi kolan heye.

Zêdetir bixwîne

23:45

‘Kiev bi temamî hat dorpêçkirin’

Şaredarê Kievê Vitali Klitschko ragihand ku bajar bi temamî ji aliyê hêzên Rûsî ve hatiye dorpêçkirin.

Şaredarê paytexta Ukraynayê ji Associated Pressê re tekez kir, rêyek nemaye ku sivîl ji bajar derkevin û got, “Em hatine dorpêçkirin.”

Li aliyê din êrişên esmanî yên li ser bajar jî berdewam dikin.

Zêdetir bixwîne

22:28

Rûsyayê amarên şer belav kirin

Wêne: Rûdaw Grafîk

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, di şerê Ukraynayê de windahiyên wan hene lê ji windahiyên Ukraynayê “gelek kêmtir in” û tekez kir, ji destpêkirina şer ve hezar û 67 binkeyên serbazî yên Ukraynayê hatine jinavbirin. Li gor daxuyaniyê, 3 firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê jî hatine jinavibirin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov ji rojnamevanan re behsa şerê li gel Ukraynayê kir û amarên şer belav kirin.

`Windayên me gelek kêmtir in`

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê amaje bi wê kir, “Mixabin hinek ji rêhevalên me hatin kuştin an birîndarkirin. Lê windahiyên me ji yên artêşa Ukrayna û netewperestan gelek kêmtir in.”

Igor Konashenkov herwiha diyar kir ku hejmareke serbazên Rûsî jî ji aliyê artêşa Ukraynayê ve dîl hatine girtin.

Lê Igor Konashenkov got, heta niha, hêzên wan 38 S-300, BUK-M1 û sîstemên OSA û 56 stasyonên radarê yên Ukraynayê jinav birine.

Li gor Konashenkov ev sîstem û kelûpelên serbazî yên Ukraynayê hatine jinavbirin:

  • 3 firokeyên bêfirokevan ên Bayraktar TB-2
  • 254 tank û wesayîtên zirxî
  • 31 firoke
  • 46 mûşekavêj
  • 103 çek û gulleyên hawanê
  • Hezar û 67 binkeyên serbazî

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, hejmareke serbazên Ukraynî dîl hatine girtin û got, “Serederiya me li gel êxsîrên şer ên Ukrayanî di çarçova rêzgirtinê de ye. Her kesê ku dest ji çekê berde û li ber xwe nede, dê vegere nav malbata xwe.”

`Rêbazên Naziyan`

Lê Igor Konashenkov Ukrayna bi “miamele û serederiya xerab a li hember leşkerên Rûsî ên ku dîlgirtî” tometbar kir û got, “em dibînin ku wek rêbazên di serdema Naziyan de ne” û hişyarî da, “rû, deng, telefon, koordînat, navnîşana IP ya wan kesên ku îşkence li hevalên me dikin tên diyarkirin û lîstekirin. Ev ji bo berpirsên rejîma Kievê jî derbasdar e ku peymanên taybet bi êxsîrên şer binpê dikin û fermana îşkencekirina leşkerên Rûsî didin.”

Balyozê Ukraynayê yê li Enqerê jî îro amarên şerê li gel Rûsyayê eşkere kiribûn û gotibû, “4 hezar û 300 serbazên Rûsî hatin kuştin, 26 helîkopter, 27 firoke, 706 wesayîtên zirxî, 146 tank, 50 topavêj û 2 keştî hatin jinavbirin.”

Zêdetir bixwîne

18:39

Balyozê Ukraynayê yê li Enqerê amarên şer belav kirin

Balyozê Ukraynayê yê li Enqerê amarên şerê li gel Rûsyayê eşkere kir û got, “4 hezar û 300 serbazên Rûsî hatin kuştin, 26 helîkopter, 27 firoke, 706 wesayîtên zirxî, 146 tank, 50 topavêj û 2 keştî hatin jinavbirin.”

Balyozê Ukraynayê yê li Enqerê Vasyl Bodnar kongreyeke rojnamevaniyê saz kir û behsa êrişa Rûsyayê kir û amarên şer belav kirin.

Balyozê Ukraynayê yê li Enqerê, amaje bi wê kir ku di roja çarem a êrişan de, hewlên wan ên ji bo bidawîkirina şer û destpêkirina danûstandinan berdewam in û got, “Me bawerî bi ultîmatoma Rûsyayê ya `çekan radest bikin û werin Gomelê (bajarê Belarusê)` bawer nekir, lê em qet dest ji danûstandinan bernadin. Em dixwazin hêzên Rûsî ji axa Ukraynayê derkevin.”

Beşek ji afaxtinên Balyozê Ukraynayê yê li Enqerê:

“Me îro serî li Dadgeha Laheyê da li ser kiryarên Rûsyayê, em daxwaz dikin dawî li şer bîne.

Bi dirêjiya şevê ji esman û erd mûşekbaran hebû. Rûsan dixwest bikevin Kievê û ketin beşeke Harkivê, lê li gor dawî zanyariyan çekên wan ji wan hêzan hatin wergirtin û hatin jinavibirin.

Li Deryaya Reş dest bi ser keştiyên biyanê digirin an jî gulebaran dikin. Lê em li hemberî hemû van êrişan li ber xwe didin.”

Li gor Balyozê Ukraynayê windahiyên Rûsyayê wiha ne:

  • 4 hezar û 300 kuştî
  • 26 helîkopter
  • 27 balafir
  • 146 tank
  • 50 topavêj
  • 2 keştî
  • Zêdetirî 300 êxsîr

Balyozê Ukraynayê behsa rola karîger a firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê jî kir ku Ukraynayê kirîne û di şerê dijî Rûsyayê de bikar tîne û got, ew firoke “gelek bibandor in.”

Vasyl Bodnar di dewama axaftina xwe de Rûsya bi encamdana `tawanên şer` tometbar kir û got, êrişî jêrxana sivîl, dibistan, nexweşxane û cihên din ên sivîl dikin.

Li gor gotina Bodnar rewşa derûnî û moralî ya hêzên Rûsyayê têk çûye.

Ev yek di demekê de ye ku êrişa Rûsyayê di roja çarem de berdewam e û herî dawî herdu alî razî bûn ku li ser sînorê Belarus-Ukraynayê bicivin.

Zêdetir bixwîne

17:27

Rûsya û Ukrayna dê li ser sînorê Belarusê bicivin

Serokatiya Ukraynayê piştrast kir ku ew dê li nêzîkî Çemê Pripyat ê li ser sînorê Belarus û Ukraynayê ligel şanda Rûsyayê bicivin.

Di demekê de ku êrişên Rûsyayê berdewam in, Serokatiya Ukraynayê tekez dike, “Serokê Belarus garantiya selametiya şanda me daye.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ukraynayê, civîna li ser sînorê Belarusê dê bêyî ti pêşmercekê birêve biçe.

Zêdetir bixwîne

12:04

Ukrayna yekîneya leşkerî ya biyaniyan ava dike

Serokê Ukraynayê Zelensky

Di çaremîn roja êrîşa Rûsyayê de, Ukraynanê ragihand dê ji bo kesên biyanî ku dixwazin bi awayekî xwebexş şer ji bo berevaniya li Ukraynayê bikin, yekîneyeke taybet a leşkerî ava bikin.

Serokê Ukraynayê Zelensky ragihand ku ew dê ji bo kesên biyanî yên ji derveyî welat ku dixwazin berevaniyê li Ukraynayê bikin, yekîneyeke taybet ava bikin.

 

Zêdetir bixwîne

11:20

Serokê Ukraynayê: Em li ser axa Belarusê danûstandinê nakin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, Wêne: AFP

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky red kir li ser axa Belarusê danûstandinê ligel Rûsyayê bike

Volodymyr Zelensky dibêje, li şûna Belarusê bila danûstandinên Ukrayna-Rûsyayê yan li Stenbol, Budapest, Warsaw an jî li Bakuyê bin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov îro Yekşembê 27ê Sibata 2022an ragihand, Rûsya amade ye li Belarusê ligel berpirsên Ukraynayê dest bi danûstandinan bike.

Peskov diyar kir, şandeke Rûsyayê bi armanca danûstandinan ligel Ukraynayê bike, gihîştiye bajarê Gomel ê Belarusê.


Zêdetir bixwîne

11:10

Rûsya: Em amade ne ligel Ukraynayê danûstandinê bikin

Kremlîn, Koşka Serokatiya Rûsyayê ragihand, Rûsya amade ye ligel Ukraynayê danûstandinê bike.

Koşka Serokatiya Rûsyayê herwiha diyar kiriye, Şandeke Rûsyayê ji bo danûstandinan ligel Ukraynayê bike gihîştiye Belarusê.

Ev yek di demekê de ye, ku êrîşa Rûsyayê li dijî Ukraynayê di roja xwe ya çarem de ye.

Di çaremîn roja êrîşan de, hêzên Rûsyayê îro derbasî nav beşek ji bajarê Kharkiv, duyem bajarê mezin ê Ukraynayê bûn. Berpirsên Ukraynî ev yek piştrast kirine, lê dibêjin berevaniya hêzên wan li nav bajêr berdewam e û şerekî tund heye.

Li aliyekî din Rûsyayê ragihandiye, bajarekî Ukraynayê kontrol kiriye û du bajarên din jî bi temamî dorpêç kiriye.

 

Zêdetir bixwîne

10:14

Artêşa Rûsyayê ket Kharkivê

Di 4mîn roja êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê de, artêşa Rûsyayê êrîşên xwe bo ser du bajarên mezin ên Ukraynayê, Kiev û Kharkivê zêdetir kirine. Wezareta Navxwe ya Ukraynayê jî ragihand ku artêşa Rûsyayê li aliyê bakurê rojhilat ve derbasî beşek ji bajarê Kharkivê duyem bajarê mezin ê Ukraynayê bûye.

Rayedaran herwiha ragihandin ku li Xarkovê boriya gazê jî hatiye bombebarankirin.

Waliyê Kharkivê Oleg Sînegubov ragihandiye, “Artêşa Rûsyayê ketiye Xarkovê. Em ji welatiyan dixwazin ku dernekevin kolanan, li sitargehan bimînin.”

Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê Anton Herashçenko jî li ser Telegramê nivîsî, Otombîlên leşkerên Rûs roja Yekşemê li kolanên bajarê Kharkiv li bakurê rojhilatê Ukraynayê hatin dîtin.

Vîdyoyên ku ji hêla Herashchenko û Servîsa Dewletê ya Ragihandina Taybet û Parastina Zanyariyan a Ukraynayê ve hatine weşandin, çend wesayîtên leşkerî yên sivik li kolanekê digerin û ji hev cihê, tankek şewitî nîşan didin.

 

Zêdetir bixwîne

10:08

Ukrayna: 17 balafirên Rûsyayê hatine xistin

Dîmenê xistina firokeyeke Su-35 a artêşa Rûsyayê ji aliyê firokeyeke MIG-25 a Ukraynayê ve li esmanê Kievê.

Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê ragihand ku trêneke barhilgir a sotemenî û neftê hilgirtibû û hejmareke zêde ya balafirên Rûsyayê ji aliyê artêşa Ukraynanê ve hatine têkbirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê de tê gotin ku artêşa Rûsyayê di sêyemîn roja êrîşê de 3 balafirên şer ên Su-30 û 2 balafirên şer ên Su-25, 11 helîkopter û 2 balafirên keşfê yên Îl-76 ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku balafirên artêşa Rûsyayê ji aliyê pergalên parastina hewayî yên S-300 û Buk M-1 û Su-27an ve hatine îmhakirin.

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê dibêje, trêneke barhilgir ku sotemenî ji bo hêzên Rûsî vediguhest ji aliyê dronên Bayraktar TB2 hat têkbirin.

 

Zêdetir bixwîne

09:58

Bankên Rûsyayê ji SWIFTê hat derxistin

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen

Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya û Kanada li hev kirin ku bankên Rûsyayê ji SWIFTê, pergala veguhestina drav a navneteweyî derxînin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand ku dê bankên Rûsî ji SWIFT bên derxistin.

Leyen got, ew dê bixebitin daku karsazên Rûsî qedexe bikin ku malên xwe yên darayî li bazarên Yekîtiya Ewropayê bikar bînin.

 

 

Zêdetir bixwîne

09:52

NY: 64 sivîlan li Ukraynayê jiyana xwe ji dest dan

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand, li Ukraynayê di encama êrîşên Rûsyayê de heta niha 64 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 240 kes jî birîndar bûne.

Ev amar di demekê de ne, ku hikûmeta Ukraynayê amareke cudatir belav kiriye û hejmara kuştî û birîndaran li gor amara fermî ya Ukrayanyê zêdetir e.


Zêdetir bixwîne

09:36

5emîn roja êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê

Serbazên Ukraynayê. Wêne: AFP

Êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê di roja xwe ya 4mîn de ye û pevçûn li seranserê welêt berdewam dikin. Li gor zanyariyên ji rayedarên Ukraynî, îro pevçûn bi giranî li derdora paytext Kievê û duyem bajarê mezin ê Ukraynayê bajarê Kharkivê ne.

Ji şeva borî ve li Kievê topbaran û pevçûnên tund hene. Balyozxaneya Ukraynayê ya li Enqereyê nota "Kiyev di bin bomberdûmanê de ye" parve kir.

Hat ragihandin ku Rûsyayê şevê din li bajarokê Vasilkiv a li nêzî Kievê embareke sotemeniyê bombebaran kiriye.

Şaredara Vasilkiv, Natalya Balasinovic di daxuyaniya xwe ya vîdyoyî de li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihandiye ku leşkerên Rûsyayê li nêzî Vasilkiv tankerên sotemeniyê teqandine.

Di gelek hesabên medyaya civakî de dîmenên şewata cihê bombebarankirî hatiye belavkirin.

Bajarê Vasilkiv bi qasî 35 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Kievê ye.

 

Zêdetir bixwîne