ÎYÎ Partî: Em dê li gor naveroka fezlekeyan helwesta xwe diyar bikin

27-02-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Cîgirê Seroka Koma Îyî Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Musavat Dervîşoglu li Amedê di civînekê de pirsa Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak bersivand
Cîgirê Seroka Koma Îyî Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Musavat Dervîşoglu li Amedê di civînekê de pirsa Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak bersivand
Nîşan Fezleke Parlamentoya Tirkiye HDP ÎYÎ Partî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Cîgirê Seroka Koma Îyî Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Musavat Dervîşoglu derbarê fezlekeyên derbarê parlementeran  hatine amadekirin de got;“Em li naveroka fezlekeyan dinêrin ne li partiya wan parlamenteran.”

Gotûbêja li ser rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê û girtina wê partiyê berdewam e. Yek ji hevbeşên hevpeymaniya Millet ÎYÎ Partî ye ku di hilbijartinên şaredariyan de HDPê ne bi awayekî rasterast be jî piştgirî da wan. Cîgirê Seroka wê partiyê berî çend rojan gotibû ku ew HDPê weke partiyeke di bin sîya terorê de dibînin û ji ber vê jî ewê dengê belê bidin rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê.

Şandeke Îyî Partî ku ji Cîgerê Seroka Koma wê partiyê ya Parlementoya Tirkiyeyê Musavat Dervîşoglu, Sekreterê Giştî yê wê partiyê Ugur Poyraz û parlamenteran pêk dihat, serdana Mêrdîn, Êlih û Amedê kirin.  Şande Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrê Rojhilat (GGC) civiya û pirsên rojnamevanan bersivand.

Cîgirê Seroka Koma Îyî Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Musavat Dervîşoglu, li ser pirsa "Hûn dê weke Îyî Partî ji bo rakirina parêzbendiya HDPiyan dengê erê bi kar bînin an na?" ya nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak ev bersiv da: “Ji ber çi ev nîqaş di rojevê de ye? Ji ber ku di civakê de hestên edalet û dadperweriyê zirar dîtiye. Di civakên ku hestên edaletê tê de xisar dîtiye de tu saziyeke ku zirar nedîtiye û nexisiriye nemaye. Ji ber vê yekê piştî ku hatina fezlekeyan kete rojevê, weke ku dê demildest li Parlamentoya Tirkiyeyê parêzbendiya li ser parlamenteran bê rakirin, ew parlamenter bêne zindankirin û partiyên siyasî bêne girtin nîşan didin. Dixwazin feraseteke wisa derxin holê.”

Di berdewamiya bersiva xwe de Musavat Dervîşoglu got: “Ya rastî bi pirsa `Nêrîna we ya li fezlekeyan çi ye?` di rastiya xwe de dixwazin bipirsin ka `nêrîna me ya li HDPê' çi ye û bersiva wê hîn bibin. Em weke fezleke li vê mijarê dinêrin. Derbarê hin parlamenterên partiyên din de jî fezleke hene. Em bibêjin fezlekeyên derbarê HDPê de hatin parlamentoyê û me ji hinekan re got erê û ji hinekan re jî got na. Hûn dikarin ji vê rewşê nêrîna partiya me ya derbarê HDPê de fêm bikin? Hûn nikarin. Ji ber vê yekê jî hûn bi biryarên takekesî yên dangdana li ser fezlekeyan nikarin nêrîna me ya derbarê HDPê de fêm bikin. Em ê li naveroka fezlekeyan binêrin û li gorî îdia û delîlên ku fezleke li ser wan esasan hatine amadekirin binêrin û li gorî wê dengê xwe bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst