Li Semsûrê vîrûsa korona ya guhertî bi lez belav dibe

27-02-2021
RÛDAW
Nîşan Semsûr Bakurê Kurdistanê Korona karantîna Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakûrê Kurdistanê di rojên dawî de vîrûsa korona ya guhertî bi lez belav dibe.

Di nava 10 rojên dawî de, li Semsûrê bajarokek û 4 gund hatine karantînakirin. Li van cihên karantînakirî, vîrûsa guhertî jî hate dîtin.

Li gel vayrûsa guhertî, korona berê covîd-19 jî li Semsûrê gelekî zêde bûye û li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ketiye nava rêza 10 bajarên metirsîdar.

Serokê Rêveberiya Tendurustiya Semsûrê Mustafa Kutlu ragihandiye ku ji bo rêgirtina li ber belavbûna vayrûsê karekî bê rawestan dikin, yek bi yek seredana malan dikin û çareseriya nexweşan dikin, lê bajarê wan di nava 10 bajarên herî metirsîdar de cî digre û serê 100 hezar kesî 90 kes nexweş ketiye.

Ji bo vê jî rayedar ji xelkê Semsûrê dixwazin ku xwe dûrî hev bigrin, guh bidin rênimayên paqijiyê û neçin şîn û şahiyan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî nexşerêya hikûmetê, sistkirina qedexeyên ji ber Coronayê û asayîkirina rewşê dê roja 1ê Adarê destpê bike. Lê li aliyê din hejmara bajarên ku rewşa wan ji ber Coronayê metirsîdar e zêde dibe.

Li aliyê din li gor zanyariyên Wezareta Tendirustiyê, hejmara nexweşên Coronayê li bajarên Bakurê Kurdistanê kêm bûye û Êlih, Şirnex, Colemêrg û Mûş weke bajarên kêm metirsîdar têne dîtin û dixwazin qonaxa yekem ya asayîkirina rewşê ji van bajaran destpê bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 30ê mijdara sala borî ve nava hefteyê ji saet 9ê şevê heta 5ê sibehê û dawiya hefteyan jî bi temamî derketina derve qedexe ye û kafeterya girtî ne û xwaringeh bi şêweyê servîsa pakêtan kar dikin. Xelk jî daxwaz dikin ev qedexe bêne rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst