Îro vaksîna Corona ya Çînê bo Iraqê tê şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustî û Jîngeha Îraqê ragihand, Îro yekem karwana vaksîna dijî Corona bi balefirê ji Çînê berev Îraqê ve birê dikeve.

Berdevkê Wezareta Tendirustî û Jîngeha Îraqê Dr. Seyf Bedir ji Rûdawê re ragihand, eger tu astengiyek lojistîkî dirust nebe, biryare îro Şemiyê yekem karwana vaksîna Sinooharm ya dijî Corona ji Çînê ji bo Îraqê bê şandin.

Herwiha Berdevkê Emîndarê Encûmena Wezîrên Iraqê Heyder Mecîd ji Rûdaw re got dê vaksîn bê cudahî li ser parêzghên Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve were parvekirin.

Heyder Mecîd di derbarê “Wezareta Tendirustiyê dinav pilana xwe de daniye ku divê hemû wan kesan yên ku hatine diyarîkirin vaksîn bike. Dê li qonaxa yekê ji sedî 20 ya xelkê Îraqê bên vaksîn kirin. Em dizanin kesên jêr temen 18 salî nayên vaksînkirin, herwiha kesên bi Corona ketine jî nayên vaksîn kirin. Wezareta Tendirustiyê pilana xwe daniye û komîteyeke pisporan jî hemû rêkarên vaksînkirinê girtiye ber.

Herêma Kurdistanê beşeke ji Îraqê û dinava pilana Wezareta Tendirustiyê de hatiye bicîh kirin. Dê vaksîn bi awayeke dadperwerane li ser hemû parêzgehên Îraqê dinav de Herêma Kurdistanê were dabeş kirin.”

Li aliyê din biryare vakîna AstraZeneca li dawiya vê mehê ji bo Îraqê bê şandin.

Derbarê vaksîna Pfizer jî ku berî niha Wezîrê Tendirustiya Îraqê ragihandibû di destpêka meha Adarê digihe Îraqê.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îraqê ragihand, Kompaniya Pfizer daxwaza garantiyê ji her lêkefteke lawekî li demê bikaranîna vaksînê kiriye, ji ber wê yekê jî daxwaz tê kirin yasayek nû ji Encûmena Wezîran bê derxistin û li Encûmena Nûneran bê pejrandin, niha jî ew mijûlî wê yekê ne.

Derbarê Herêma Kurdistanê de jî, Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îraqê got, her vaksînek bigihe Îraqê li ser hemû parêzgehên Îraqê û Herêma kurdistanê tê dabeşkirin.