Dema dadgehîkirina bikujên Tahîr Elçî diyar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê taybet Twitterê ragihandiye ku roja 3ê Adara 2021ê rûniştina duyem a dadgehkirina bikujên Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî tê kirin.
Yek ji serokên berê yê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Bo eşkerekirina hemû aliyekî tawan û cezakirina bikujên Tahir Elçî, “em li salona dadgehkirinê amade dibin, hun jî bi hatin û amadebûna xwe piştgiriyê li dosyayê dikin.”
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, dosya tawan amade kir û di çarçoveya komkirina belge û lêkolînan de sê polîs û çar sivîl bi tohmeta kuştina Elçî, hatin tohmetbarkirin û daxwaza cezayê zîndankirina sê heta neh sal û cezayê 45 sal zîndakirina kesekî din bi navê Ugur Yakişir kir ku reviya derveyî welat û bikujê du polîsan bûye di heman rojê de.
Roja 3ê Nîsana 2020ê 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, dosyeya tawan a dosyeya bikujên Tahir Elçî pesend kir û roja 21ê Cotmeha 2020ê rûniştina yekem a dadgehkirina bikujên Tahir Elçî hat kirin.
Desteya Dadweran di vê rûniştinê de bi hinceta “xemsariya biqest ku bû sedema kuştina Tahir Elçî” biryara hiştina diosyeya cezakirin sê polîs û çar sivîlên din hat dayîn û biryara azadkirina wan a bi merc hat sayîn heta rûniştina duyem a dadgehkirinê. Biryara dadgehê bû sedema nerazîbûneke zêde ya Baroya Amedê û parêzerên Tahîr Elçî.
Roja 27ê Mijdara 2015an di dema civîneke çapemeniyê de Tahir Elçî li ber Minareya Çar Ling a Sûra Amedê, teqe lê hat kirin û yekser canê xwe ji dest da.