KCD û TJA: Divê Ocalan bo cihekî din bê veguhastin

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê bûyera şewata li Girava Imraliyê ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din di zîndana wê de girtî ne, daxuyaniyek hevbeş dan û daxwaz kirin, “Ocalan û girtiyên din bo cihekî din bihên veguhastin û Wezîrê Edaletê û Rêveberên Hikûmetê di vê warê de daxuyaniyê bidin.”

Daxuyanî îro Sêşemê li bajarê Amedê û ji aliyê Hevseroka KCDê Leyla Guven hat xwandin.

KCD û TJA di daxuyaniya xwe ya hevbeş de dibêjin, ku wan ji medyayê bihîstiye ku li Girava Îmraliyê şewat derketiye û ligel tê xwestin ekîbên îtfayê yên Mudanya û Bursayê xwe bigihînin Îmraliyê jî, ji ber bayê dijwar seferên keştiyan di nav şert û mercên dijwar de pêk tên.

Di zîndana taybet a li Girava Îmraliyê de rêberê PKKê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên bi navê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim girtî ne û KCD û TJA derbarê rewşa wan de nîgeraniya xwe anîne ziman.

KCD û TJA daxwaz dakin, ku Wezîrê Edaletê û Rêveberên Hikûmetê derbarê rewşê de daxuyaniyê bidin û di heman demê de di serî malbat û parêzerên Ocalan û girtiyên din biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin.

Di daxuyaniyê de, KCD û TJA daxwaza veguhastina Abdullah ocalan bo cihekî ewletir kirin û diyar kirin: “Divê bi awayekî lezgîn Ocalan û girtiyên din neqlî cihekî din bên kirin. Daxuyaniyên têrker ancax piştî van hevdîtinan dibe ku cihê xwe bigire. Heta ku ev hevdîtin pêk neyên hemû daxuyaniyên hikûmetê dê kêm bimînin û berhewa bin.”

Hevseroka KCDê Leylan di berdewamiya xwandina daxuyaniya hevbeş de amaje bi tecrîda li ser Ocalan kir û diyar kir, ku “piştî hewla darbeya FETOyê, rewşa negatîv a piştî darbeyê pêwistiyê pê tîne, ku şert û mercên birêz Ocalan êdî bên guhertin.” Di daxuyaniyê de tê gotin: “Tecrîda ku demek dirêje dewam dike bi vî awayî êdî nameşe. Tecrîda 21 sale li dijî birêz Ocalan tê meşandin êdî nayê qebûlkirin.”

Di beşeke din a daxuyaniya hevbeş de, KCD û TJA dibêjin “pêwistiya gelê me ne bi kaos û fikarê, bi hêviyên jiyanê ya nirxên civaka demokratîk heye” û bang li civakên Demokratîk ên Netewî û Navnetewî, Saziyên Sivîl û raya giştî dikin ku “di vê warê de hestiyar tevbigerin.”