Serok Barzanî serxweşî li Îbrahîm Biro kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî Îbrahîm Biro kir û hevxemiya xwe anî ziman.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya wefata xwîşka wî, peyameke serxweşiyê arasteyî Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurdistanê Sûriye Îbrahîm Biro kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya xanima Estêre ya xwîşka we ya birêz gihîşt me. Serxweşiyê li we yên birêz û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşa xema we dizanim.”

Herwiha Serok Barzanî dibêje, “Ji xwedayê mezin hêvîdar im xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.”