Malbata Seîd Yûsif spasiya Hikûmeta Kurdistanê kir

27-02-2020
RÛDAW
Seîd Yûsif duh koça dawî kir
Seîd Yûsif duh koça dawî kir
Nîşan Seîd Yûsif Mîrê Biziqê Hikûmeta Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Kurdistanê bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi erkê anîna cenazeyê Seîd Yûsif radibe.

Hikûmeta Kurdistanê erkê endamên malbata wî ji Stenbolê bo Başûrê Kurdistanê û birina cenaze ji bo Rojavayê Kurdistanê daye ser milê xwe.

Endamê Polîtbîroya PDK-S Ebdulbasid Hemo li pêşiya nexweşxaneya Avrasya ya Stenbolê ku Seîd Yûsif li wir koça dawî kiribû ji Rûdawê re ragihand, di dema bihîsta vê xeberê de, serokê ENKSê Siûd Mela bi malbata wî re axivî û amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirinê hemû rengê alîkariyan nîşan da.

Ebdulbasit Hemo herwiha got, ji Stanbolê heta bi Qamişlo û veşartina Seîd Yusif ew ê bi karûbarê merasîmê rabin.

Malbata hunermend Seîd Yûsiv jî derbarê wefata wî û merasîma veşartinê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de malbatê spasiya hemû aliyan kir ku xwe ji bo pêşwaziya cenaze amade dikin.

Herwiha malbata Seîd Yûsif spasiya Hikûmeta Kurdistanê kir ku hemû pêdawîstiyên veguhestina cenaze daye ser milê xwe.

Roja Înê, 28.02.2020, cenazeyê Seîd Yûsif bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl dê derbasî Başûrê Kurdistanê bê kirin û roja piştî wê jî dê bo Rojavayê Kurdistanê bê veguhastin û dê li Qamişlo bi axê bê spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst