‘Mîrê Biziqê’ Seîd Yûsif berî wefata xwe ji Rûdawê re çi gotibû?

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê navdar Seîd Yûsif ku duh koça dawî kir, bi hunera xwe sînorê Rojavayê Kurdistanê zû derbas kir, dengê wî gihişte Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.

Roja wî ya dawî li Qamişlo û berî biçe Stenbolê ji bo dermankirina nexweşiya xwe, Rûdaw mêvanê Seîd Yûsif bû, biryar bû fîçereke taybet li ser wî were amadekirin.

Lê tendirustiya wî têk çû û nekarî berdewam bike, ji berpirsê ofîsa me Fehed Sebrî re got, “ez pir nexweş im, ezê sibe biçim Stenbolê û dema ez vegerim soz emê vê fîçerê temam bikin..." lê nedizanî ew roja wî ya dawî ye li Qamişlo...

Seîd Yûsif di axaftina xwe ya dawî de bo Rûdawê dibêje ku 10 dîwanên wî yên stranê hene û hîn jî note nekiriye û ji ber rewşa aborî ev dîwan nehatine çapkirin.

Mûzîkjen, awazsaz û stranbêjê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, Hunermend Seîd Yûsif, sala 1947 li Qamişlo jidayik bû.

Ji pêşengên ku biziq li Rojavayê Kurdistanê bikar dianîn bû û weke ‘Mîrê Biziqê’ dihate naskirin. Sala 1967 ji Yewnanê biziq biribû Qamişlo.

Bêhtir ji 50 salî stran digotin û awaz û mûzîk saz dikirin. Salên heftêyan li Lubnanê Koma Newroz a Mûzîkê damezrand.

Bêhtir ji 25 xelatan wergirtibûn. Çend mehan li nexweşxaneyên Istanbulê bû

Li Stanbolê çareseriya tendirustî jê re dihate kirin. Bi sedan stran û awaz li şûna xwe hiştin. Gelek dengbêjan awaz û stranên wî gotin.

Seîd Yûsif roja 26.02.2020 li nexweşxaneyeke Stanbulê koça dawî kir.