YPG: Me 4 wesayîtên artêşa Tirk jinav birin

Hewlêr (Rûdaw) –YPJ ragiahnd hêzên wan du wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li gundê Hêkiçê yê ser bi Cindirêsê ve û du wesayît jî li gundê Miskê jinav birine. Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bî wê jî du gund li devera Şiyê ya herêma Efrînê kontrol kirin.

 

Êrişa Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê ku Enqere piştgiriya wan dike, bo ser herêma Efrînê îro Sêşemê (27.02.2018) derbasî roja 39an bû.


Çavkaniyekê ji devera Şiyê ji Rûdawê re ragihandr ku her du gundên Sinarê û Anqelê ser bi Şiyê ve ketine destê hêzên êrîşker de û ew hêz niha gihiştine nêzîk her du gundên Hec Hesna û Bazyanayê.


Medya ser bi YPGê ve ragihand bû ku hêzên wan êrîşa artêşa Tirk û çekdarên opozisyona Sûriyê li ser her du gundan têkşikandine û 7 leşker û çekdar kuştine.


Li gundê Hêkiçê yê ser bi devera Cindirêsê ve, hêzên YPJ binkeyeke artêşa Tirkiyê kirin armanc. Li gorî medya nêzîkî YPG, di wê operasyonê de 2 wesayitên artêşa Tirkiyê hatine jinavbirin, lê ti zanyarî derbarê kuştî û birîndan de nehatine zanîn.


Her li devera Cindirêsê, helîkopterên artêşa Tirkiyê gundê Yelanqozê nêzîk bajarokê Cindirêsê kiribûn armanc û di encamê de 5 kesên sivîl bûbûn qurbanî.


Çavkaniyeke taybet ji Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku di êrîşa li ser Yelanqozê de, 5 şervanên Kurd jî jiyana xwe ji dest dane û 2 şervanên din bi giranî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneya Avrîn a Efrînê hatine veguhestin.


Li devera Bilbilê, çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re da zanîn ku hêzên YPG, şeva borî û heta sibeha îro, ji derdora gundê Bêlê cihên hêzên êrîşker li Duraqliya û derdora wê topbaran kirin.


Heman çavkaniyê diyar kir ku artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê jî derdora gundên Kotana, Qizilbaşa û bêlê ser bi Bilbilê ve û gundê Meydankê yê ser bi devera Şera ve topbaran kirine.


Li devera Şera, hêzên YPGê ragihandin, ku di êrîşeke bersivdanê de, şervanên wan gundê Omera û girê gund jî ji çekdarên opozisyonê û hêzên Tirkiyê paqij kirine û bi temamî kontrol kirine.


Li devera Reco, hêzên YPJ parçevideoyek belav kirin ku tê de du wesayîtên artêşa Tirkiyê li gundê Miskê ser bi Reco ve kirine armanc.