Bazirgan bi vekirina rêya Dihok-Mûsilê kêfxweş in

27-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hewlêr Mûsil Dihok
A+ A-

Dihok (Hewlêr) – Careke din tevgera bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Mûsilê de dest pê kir. Şofêr û bazirgan bi vekirina vê rêya serekî kêfxweş in û dibêjin ku niha asantir bûye û di demeke kurt de ji Dihokê digihin Mûsilê.


Peywendiyeke bazirganî ya zêde di navbera Iraq û Tirkiyê de heye û xala sînorê navbera herdu welatan jî Îbrahîm Xelîl e, ku aliyê vî alî dikevê nav sînorê Herêma Kurdistanê.


Vekirina sînorê navbera Dihok û Mûsilê girîng e, ji ber careke din xwediyên kompanya û xwediyên kargehên Mûsilê jî dikarin vê rêyê ji bo bigihin Tirkiyê bikar bînin.


Di vê derbarê de Serokê Odeya Bazirganî û Pêşesazî ya Dihokê ji Rûdawê re got: “Dema DAIŞê bajarê Mûsilê kontrol kir rê hat girtin û piştî azadkirina Mûsilê jî nehat vekirin. Niha hikûmeta Iraqê û Kurdistanê biryar dane vê rêya bazirganî vekin, ku digihe Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl, wate bazirgan û kompanyayên Mûsilê dikarin sûdê ji vê rêya bazirganî werbigirin ku Dihok û Mûsilê bi hev ve girêdide.”


Şerê DAIŞê Mûsil wêran kir û ji avakirina wê re jî dem û kelûpelên zêde divên. Li gor kompanyayên Mûsilê, vekirina rê hevkariyeke baş dibe bo avakirina bajêr, hem di warê demê û hem jî di warî mesrefê de.


Yek ji bazirganên Mûsilê bi navê Mueyed Cehîş wiha dibêje: “Wek take rêya kêmkirina trafîkê tê danîn, ev yek nirxê kelûpelan kêm dike û dibe hevkar jî bo careke din avakirina Mûsilê.”


Vekirina rê ji bo xediyên kompanya, bazirgan û barhilgirên parêzgeha Dihokê jî girîng e û herwiha di warê aborî de jî sûdeke din dighîne wê parêzgeha Herêma Kurdistanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst