VÎDEO - Mîrê Kurdên Êzidî serdana Şêxanê kir

27-02-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurdên Êzidî Mîrên Kurdên Êzidî Mîr Tehsîn Beg Şêxan
A+ A-

Şêxan (Rûdaw) - Mîrê Kurdên Êzidî, Mîr Tehsîn Beg piştî 3 salan vegeriya Şêxanê.

 

Piştî ku DAIŞê êrişî devera Şingalê kir û ew dever kontrol kir, Mîr Tehsîn Beg ji Herêma Kurdistanê çû û li Almanya akincî bû.

 

Duh yekşemî 26ê Sibata 2017ê jî, Mîr Tehsîn Beg piştî 3 salan vegeriya Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê çendîn berpirsên hikûmetê û partiyên siaysî ve hat pêşwazîkirin.

 

Mîr Tehsîn Beg îro duşemî piştî 3 salan serdana devera Şêxanê kir, ku Kurdên Êzidî li wê derê dijîn.

 

Di daxuyaniyeke bo Rûdawê de, Mîrê Kurdên Êzidî, Mîr Tehsîn Beg ragihand, ku wî li Almanyayê proseya çareseriya pizîşkî hebûye û pizîşkên wan rê nedane ku ew vegere.

 

Mîr Tehsîn Beg herwiha got, niha pizîşkan bo dema 2 mehan muhlet dane wî û piştî wê yekê wî jî biryar daye ku evgere Kurdistanê.

 

Mîrê Kurdên Êzidî herwiha îro bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.

 

Vegera Mîr Tehsîn Beg di demekê de ye, ku roja çarşemiyê 22ê Sibata 2017ê, xanim Tirko Şêx Cindî Yekem hevjîna wî di temenê 75 saliyê de bi sedema nexweşiyê li navçeya Şêxanê koça dawîn kir.

 

Hejmara Kurdên Êzidî li seranserî cîhanê zêdetirî 1 milyon kesî ye ku piraniya wan li Başûrê Kurdistanê û bi taybet li devera Şingalê dijîn.

 

Li gorî amarên nefermî, zêdetirî 550 hezar Kurdên Êzidî li Başûrê Kurdistanê dijîn.

 

Mîr Tehsîn Beg:

 

Mîrê Kurdên Êzidî ye.

Nûneratiya Kurdên Êzidî dike.

Sala 1933an ji dayik bûye.

sala 1944an piştî mirina bavê wî, bi xwe bûye mîrê Kurdên Êzidî.

sala 1962an çûye Ewroapyê û heyama salekê li Brîtanya û Almanya akincî bûye.

Di destpêka sala 1970î de, beşdarî di Şoreşa Îlonê de kiriye.

Sala 1975ê piştî şikesta şoreşê, awareyê Îranê bûye.

Sala 1976ê berê xwe daye Ewropayê û heta 1981ê li Londonê maye.

Di 1981ê de biryara lêborînê jê re derketiye û vegeriyaye Iraqê.

Zimanên Kurdî, Eerebî, Îngilîzî û Farsî dizane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst