WÊNE - Dawî wêneyên selfî yên Şîfa Gerdî 1 saet berî şehîdbûnê

27-02-2017
RÛDAW
Nîşan Şîfa Gerdî Şehîd Rûdaw Wêneyên selfî Mûsil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsekî iraqî çend wêneyên selfî yên hevkara me ya rojnamevan û Rêvebira Output a Rûdawê, Şîfa Gerdî ku berî şehîdbûne girtine, ji Rûdawê re şand û dilgiraniya xwe jî ji ber şehîdbûna Gerdî anî ziman.

 

Di dema bi cih anîna erkê xwe de ji bo rûmalkirina şerê Mûsilê, û di roja 25ê Sibata 2017ê de berî şehîdbûnê, hejmarek polîsên federalî yên Iraqê çend wêneyên selfî bi Şîfa Gerdî re girtine.

 

Riyaz Qasim, polîsekî Iraqê ye ku xelkê parêzgeha diyaayê ye û niha di operasyona kontrolkirina Mûsilê de beşdar e. Riyaz Qasim û çend hevalên wî, çend wêneyên selfî bi Şîfa Gerdî re kişandine, berî ku şehîd bibe.

 

Di daxuyaniyekê de bo Rûdawê, Riyaz Qasim ragihand: “Me ew wêne di roja 25-02-2017ê de li gel şehîd Şîfa li taxa Selam girtine. Dema ku şehîd Şîfa li gel tîma xwe mijûlî rûmalkirina veguhastina awareyên aliyê rastê yê bajarê Mûsilê bû”.

 

Ew Polîsê Iraqê, di berdewamiya axavtina xwe de, Şîfa Gerdî weke pehlewan bi nav dike û behsa wê yekê dike, ku çawan nêrîna awareyan di nav otubusan de werdigirt û derbarê rewşa jiyana wan de pirsyar ji wan dikir.


 

Riyaz Qasim herwiha dibêje: “Piştî timambûna wênegirtinê, me çend wêne bi Şehîd Şîfayê re girtin, lê belê kêmtirî saetekê me nûçeyeke dilhejîn bihîst, ku şehîdbûna Şîfa Gerdî bû. Em gelek bi pê xemgîn bûn”.

 

Wêneyê selfî yên Polîsê iraqî yên bi Şîfa Gerdî re, di nav otubuseke awareyan de hatine girtin û di wêneyan de kenî li ser lêwên şehîd Şîfa Gerdî ye û dilxweş diyar e.


 

 

 

Roja 25ê Sibata 2017ê, di dema amadekirina raportekê de, li Mûsilê bombeke DAIŞê bi tîmeke Tora Medyayî ya Rûdawê û hêzên Heşda Şeibî de teqiya û di encamê de rojnamevan, pêşkêşkar û Rêvebera Output a Rûdawê, Şîfa Gerdî şehîd bû û kamêramanê wê Yûnis Mistefa jî bi giranî birîndar bû.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst