Li Girkê Legê merasîmek ji bo şehîd Şîfa Gerdî birêve çû

27-02-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şîfa Gerdî
A+ A-

Dêrik (Rûdaw) - Li Girkê Legê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) sersaxî li tora medyayî ya Rûdawê û malbata şehîd Şîfa Gerdî kir. Beşdarên merasîmê, wêneyên şehîd Şîfa bilind kirin û mom jî pêxistin.


Encûmena Xwecihî ya ENKS li Girkê Legêya Dêrikê Legê merasîmek sersaxî û hevxemiyê bi şehîdbûna rojnamevana diyar a Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî li dar xist.


Di merasîmê de, hejmarek rewşenbîr, rojnamevan, medyakar û endamên encûmena xwecihî ya ENKS beşdarbûn.


Beşdarên merasîmê, sersaxî û hevxemiya xwe ji bo malbata şehîd Şîfa Gerdî û hevkarên wê di Tora medyayî ya Rûdawê de pêşkêş kirin.


Medyakarên beşdar, piştevaniya xwe ji bo malbata şehîd Şîfa  Gerdî û Tora Medyayî ya Rûdawê re derbirîn û tekez kirin ku şehîdbûna rojnamevana wêrek û jêhatî Şîfa nîşana wê yekê ye ku cudahî di navbera medyakar û pêşmerge de ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê tune ye.


Di merasîmê de, saziyên sivîl û rêxistinên berevaniya di ber mafê mirovan de jî beşdar bûn û tewanên DAIŞê li dijî sivîlên bêguneh û medyakaran şermezar kirin.


Ji dema belavbûna nûçeya şehîdbûna Şîfa Gerdî ve, pêla piştgirî û hevxemiyê bi Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata şehîd Şîfa re, ji aliyê ajansên medyayî, rêxistinên siyasî û civaka sivîl berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst