Nêrîna penaberên Rojava li ser agirbesta Sûriyê

 

Hewlêr (Rûdaw) – Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr dimînin, li ser agirbesta Sûriyê bûne du alî.

 

Li gorî rêkeftina navbera Amerîka û Rûsyayê û bi pesendkirina Ecumena Asayişê ya NY, li Sûriyê agirbest hat ragihandin. Agirbestê derengiya şeva borî dest pê kir.

 

Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr dimînin, ji Rûdawê re nêrînên xwe li ser agirbestê anîn ziman.

 

Hinek ji wan dibêjin, agirbest gavek girîng ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ye û ji ragihandina agirbestê kêfxweş in.

 

Lê hinek ji wan jî li hember agirbesetê bê hêvî ne û dibêjin, tenê gotin e û ti sûda wê tine…

 

Agirbesta Sûriyê dê 2 hefteyan bidome.