Rojhilat – Li bajarê Xoy, pasdarek bû parlamenter!

Ormiye (Rûdaw) – Li bajarên Selmas û Xoy yên Rojhilatê Kurdistanê, hijmartina dengan xilas bû. li Xoyê, pasdarek bû parlamenter.

Hijmartina dengên hilbijartinên giştî yên Îranê li piraniya bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê xilas bûye.

Li gorî encamên ne fermî, li bajarê Selmasê du namzed, Resûl Celayir û Şehrûz Berziger ji nav 16 namzedan derketin pêş lê nekarîn dengên pêwîst bidest bînin ji ber wê jî hevrikiya wan her du namzedan ma dora duyem.

Jêderekî taybet li bajarê Xoyê ji Rûdawê re got, di hilbijartinên vê carê yên Îranê de, pasdarê bi navê Dr. Seyîd Mihemed Teqî Kebîrî bû parlamenterê Xoyê.

Wî jêderî ku ji bo parastina ewlehiya xwe, nexwast navê wî were eşkerekirin, da zanîn ku piraniya kurdên Xoy û devera Kotolê, “ji ber tirsa” dengê xwe dan wî pasdarî.

Li gorî agahiyên wî jêderî, wî namzedê bajarê Xoy di kampanyaya xwe ya hilbijartinan de soza kêmkirina bêkariyê, vekirina herêma azad a bazirganiyê di navbera Îran (Rojhilat) û Tirkiyê (Bakur) de dabû xelkê.

Di bersiva vê pirsê de ku gelo hûn çiqas bi sozên wî bawer dikin, wî jêderê Rûdawê got, ti baweriya me bi gotinên wî nayên çimkî beriya wî jî gellek namzedan û rayedarên dewletê soz dabûn me lê heta niha ti kesî sozên xwe bicîh nehanîne.

Yek ji sozên ku wî namzedê dabû xelkê Xoyê, ew bû ku Xoy bike eyalet û ji Ormiyê veqetîne.

Li bajarê Xoyê, kurd û azerî bi hev re dijîn. Li Xoyê 21 namzed ji bo kursiyekê hevrikî dikirin.