Mehabad-Rojnamevanekî kurd hat girtin

27-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Mehabad (Rûdaw) – Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê rojnamevanekî kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin.

Rojnamevanê kurd Kawan Mihemedpûr, ku ji aliyê îdareya Îttilaatê ya Mehabadê ve hatibû gazîkirin, hat girtin. Nayê zanîn ka Kawan çima hatiye girtin.  

Li gorî ku xizm û hevalên Kawan Mihemedpûr dibêjin, piştî girtina Kawan karmendên Îttilaatê mala wî seh kirine û kompûtera wî jî bi xwe re birine.

Kawan Mihemedpûr ji bajarê Serdeştê ye. Berpirsê beşa civakî ya kovara bi navê Kurdistanê ye ku li bajarê Ormiyê tê weşandin. Kawan her wiha berpirsê beşa edebî ya kovara bi navê “7ê Tîr” e ku li Serdeştê tê weşandin. Ew rojnamevanê kurd ji rojnameyên îranî yên mîna Şerq û Îbtikarê re jî dixebite.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst