YPG: Til Hemîs ji destê DAIŞê hat derxistin

Hesekê (Rûdaw) - YPGê ragihand ku hêzên wan nahiya Til Hemîsê ya girêdayî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji destê DAIŞê derxistine.

YPGê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan vê sibehê nahiyeya Til Hemîs ji 3 aliyan ve dorpêç kirin û piştî çend saetan derbasî nav wî bajarokî bûn û bi tevahî ji destê DAIŞê derxistin.

YPGê her wiha diyar kir ku şervanên wan di demeke kurt de rêya di navbera eniyên başûr û rojava yên Til Hemîsê de xistin bin kontrola xwe û bi vî awayî tevahiya Til Hemîsê kontrol kirin.

Duh YPGê gundên Mesediye, Saîdiya Kurdan û Saîdiya Ereban ên li bakurê Til Hemîsê kontrol kiribûn.

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl jî ragihand ku bajarokê Til Hemîsê ji destê çekdarên DAIŞê hat derxistin û ji malpereke nêzîkî PYD re got, ala wan li Til Hemîsê hatiye bilindkirin.