DAIŞê 15 xirîstiyan şerjêkir

27-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Weke ku Konfederasyona Komeleyên Asûriyan li Almanyayê (ZAVD) ji Rûdawê re piştrast kir, rêxistina DAIŞê herî kêm serê 15 xirîstiyaniyên revandî jêkirine.

Duşema borî DAIŞê erişî çendin gundên xirîstiyanî yên li derdora bajarokê Til Temirê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kiribû û komek xirîstiyanên wan gundan ravandibûn.

Weke ku îro ZAVDê ji Rûdawê re piştrast kir, herî kêm 15 xirîstiyanên revandî ji aliyê DAIŞê ve hatine şerjêkirin.

ZAVDê diyar kir ku ev agahî îro ji aliyê çavkanyên wan yên li Rojavayê Kurdistanê ve hatiye piştrastkirin.

Berpirseke ZAVDê herwiha ji Rûdawê re diyar kir ku DAIŞê ji mizgeftan bang li gel kiriye ku beşdarî şerjêkriina “Xwedênenasan” bibin.

Li gor hejmarên cuda ji çavkaniyên herêmî, di êrişa DAIŞê ya ser gundên herêma Til Temir de, di navbera 150 û 400 mirovên xirîstiyan hatine revandin û çarenûsa wan heta niha nediyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst