Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Hevgirtin û Parastinê ya Bajêr a Amedê li ser pêvajoya ku bi serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dest pê kiriye pêşniyareke ku 5 xalan li xwe digre eşkere kir.
Platform ji 27ê Kanûna Paşîn a 2025an û pê ve dest bi hevdîtinan dike.
Platforma Hevgirtin û Parastinê ya Bajêr a Amedê derbarê çareseriya pirsgirêka Kurdan de daxûyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan 5 xal hatine diyarkirin.
Her wiha li gorî daxuyaniyê piştî şandeya platformê di navbera 27 û 29ê Kanûna Paşîn a 2025an de hevdîtinên xwe temam bike dê encamên wê bi raya giştî re parve bike.
Platforma Hevgirtin û Parastinê ya Bajêr a Amedê armanca hevdîtinên xwe wekî 5 xalan diyar kirine:
1- Em dê piştgirî û çavdêriya pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurdan bikin ku bi rêya diyalogê bi pêş ve biçe.
2- Li Amed û bajarên herêmê, daxwaz û xwestekeke cidî heye ku pêvajo bigihe aştiyeke mayînde.
3- Divê hemû alî bi berpirsyarî tevbigerin da ku pêvajo dûrî metirsiyên siyasî û li ser bingehê mafên mirovan ên gerdûnî bimeşe.
4- Divê li hemberî egera astengiyên di nav pêvajoyê de bi aramî bê tevgerandin û li ser çareserkirina pirsgirêkê bi rêya aştiyê bi wêrekî û bi israr bê rawestandin.
5- Ji bo pêvajo bibe ya civakê, girîng e rêbazek bê diyarkirin ku rêxistinên civaka sivîl jî tê de cih bigirin.
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 81 sazî û rêxistinên civaka sivîl, di nav de Baroya Amedê, Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê, ÎHD, KESK, TMMOB û Odeya Pizîşkan a Amedê, sala 2022yan "Platforma Hevgirtin û Parastinê ya Bajêr a Amedê" ragihandibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse