Rêxistina Mêşvanên Kurdistanê: Hawirdekirina hingiv hilberîna navxweyî kêm kiriye

27-01-2025
RÛDAW
Dildar Herkî û Ehmed Pişderî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Dildar Herkî û Ehmed Pişderî\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mêşvanên Herêma Kurdistanê Hilberîna Hingiv Mêşên Hingiv ên Kurdistanê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Mêşvanên Kurdistanê Ehmed Pişderî diyar kir ku sedema kêmbûna hingiv a li Kurdistanê hawirdekirina mêş û hingiv e.

Ehmed Pişderî diyar kir ku ji ber mêşên Îranî, gelek nexweşî di nav mêşên Kurdistanê de belav bûne.

Ehmed Pişderî, di bernameya Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê de ku ji aliyê Dildar Herkî ve hat pêşkêşkirin, behsa sedemên kêmbûna hingiv a li Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Rêxistina Mêşvanên Kurdistanê got, "Ji sala 2023yan ve rêjeya mêş û hingiv li Herêma Kurdistanê kêm dibe.

Sala 2024an rêje bi awayekî berbiçav daket xwarê. Yek ji sedeman destûra anîna mêş û hingiv bû ji bo Herêma Kurdistanê.

Piraniya mêşên ku hatine nexweş in û ew nexweşî berê li Kurdistanê tunebûn û çareseriya wan jî zehmet e."

“Mêşên Îranî nexweşiyan belav dikin”

Ehmed Pişderî di berdewamiyê jî de got:

"Ew kesên ku şarezayiyeke wan a baş di mêşvaniyê de heye heta astekê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û destûrê nedin ku berhemên wan ji sedî 100 nemînin.

Piraniya mêşvanan nikarin nexweşiyan çareser bikin, ji ber ku ew mêşên ku ji derve û bi taybetî ji Îranê tên nexweş in.

Dema dikevin nav xwezayê û tevlî mêşên Kurdistanê dibin wê nexweşiyê belav dikin."

Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, hilberîna hingiv par ji pêrar kêmtir bû.

Birêvebira Parastina Riwekan a Dîwana Wezareta Çandiniyê Şîlan Ebdulrehmanê ji Rûdawê re ragihand ku sala 2023yan 664 ton hingiv li Herêma Kurdistanê hatiye hilberîn,

Şîlan Ebdulrehmanê got, “Par li gorî pêrar 21 ton kêm kiriye û bûye 643 ton. Sedema sereke ya vê kêmbûnê jî bandorên guherîna hewayê ye."

"Di zivistanê de divê kewarên mêşan neyên vekirin"

Ehmed Pişderî derbarê bandora hewayê ya li ser mêşan jî wiha got:

"Hewa bandorê li ser mêşan dike. Hinek mêş hene dikarin serma û seqemê wergirin lê hin cureyên din hene ku nikarin sermayê wergirin.

Di zivistanê de divê kewarên mêşan neyên vekirin ji ber ku germahiya wê li ser 37 pileyan be û ne kêm û ne zêde dibe.

Dema ku kewar tê vekirin rewşa wê têk diçe û bandoreke xerab çêdibe."

"Mêşên reş xurttir in"

Serokê Rêxistina Mêşvanan a Kurdistanê got:

"Ji mêşên Kurdistanê re dibêjin hecîn û ew xwe bi xwe zêde dibin nabe ku ji derve bên anîn.

Li Kurdistanê du cure mêş hene, mêşên reş û zer. Mêşên reş gelekî bi cesaret û bihêz in û xwe li hemberî dijminan diparêzin.

Lê yên zer gelekî lawaz in û nikarin li berxwe bidin li hemberî nexweşiyan û berhema wan jî kêm e."

Li gorî amaran li Herêma Kurdistanê 9 hezar û 343 mêşvan hene ku xwediyê zêdetirî 364 hezar û 785 kewarên mêşan e.

"Li Hewlêrê bihar kurt e"

Ehmed Pişderî li ser rewşa hewaya Kurdistanê ya ji bo xwedîkirina mêşan jî wiha got:

"Ji deverekê ji bo devereke din cudahî heye. Li Hewlêrê bihareke kurt heye.

Divê mêşvan hinekî ber bi jor ve biçe, wekî mînak biçe geliyên Sefînê ku dikare li wir 40 heta 45 rojan bimîne û piştre biçe jortir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst