Sefîn Dizeyî: Divê li Îraqê cihê grûpên milîs nebe

27-01-2024
Sefîn Dizeyî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sefîn Dizeyî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Sefîn Dizeyî Grûpên Milîs Hêzên Biyanî Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sefîn Dizeyî got, “Divê Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî rê nedin ku di paşeroja Îraqê de cihê grûpên milîs hebe.”

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, doh li Hewlêrê beşdarî merasîma Roja Niştimanî ya Hindistanê bû û li vê derê li ser mijarên di rojevê de axivî.

“Êrişên li Herêma Kurdistanê êrişên hovane ne”

Îranê 15ê vê mehê bi 11 mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan mûşekan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya 11 mehî Jîne, mêhvanê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê canê xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Dizeyî destnîşan kir, “Ev êriş hovane ne û êrişî xelkê sivîl ê Kurdistanê tê kirin. Beyî ku hincetek hebe maleke sivîlan hat hedefgirtin.”

Sefîn Dizeyî li ser pirsa “Gelo heke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî biryara vekişînê bidin, dê ev yek li Îraqê bibe sedema pirsigirêkên ewlehiyê?” jî got:

“Heta niha tiştekî wiha ne li rojevê ye. Çarçoveyeke diyar a mana hêzên biyanî heye.

Du salên borî Bexda û Washingtonê li ser vê mijarê guftûgo kirin.”

“Zû yan dereng dê hêzên biyanî ji Îraqê derkevin”

Sefîn Dizeyî li ser vekişîna hêzên biyanî ya ji Îraqê jî got:

“Divê em zanibin ku zû yan dereng dê hêzên biyanî ji Îraqê derkevin lê dive ev vekişîn di çarçoveyeke guncav de be.

Vekişîneke ji nişka ve ti sûdê nagihîne herêmê. Hîn jî metirsiya DAIŞê heye, Amerîka û Ewropa jî baş dizanin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst